Di 14’ê Adarê de li Eyaleta Baden-Wurttembergê ya Elmanyayê hilbijartinên parlamentê tên lidarxistin. Ji lîsteya Dîe Lînke 2 namzetên Kurd jî tevlî hilbijartinê dibin.

Federasyona Civakên Kurdistanê (FCK) daxuyaniyek enivîskî weşand û ji bo hilbijartinên 14’ê Adarê yên ji bo Parlamenta Eyaleta Baden-Wurttembergê bang li Kurdistaniyên welatiyên Elman kir ku dengê xwe bidin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “14’ê Adarê wê hilbijartinên Parlamenta Eyaleta Baden-Wurttembergê bên lidarxistin. Namzetên Kurdistanî Aynûr Karlikli û Huseyîn Okûr ên ku berjewendiyên civakî yên gelê Kurd li ber çavan bigirin, bibin xwedî sekneke ekolojîk û di têkoşîna mafên jinê de çalak bin, bi xurtî li ser pirsgirêkên koçber û hindikahiyan rawestin, ji lîsteya Dîe Lînke (Partiya Çep) namzet in. Ji bo serketina Karlikli û Okûr em bang li gelê xwe, mirovên demokrat û alîgirên mafên mirovan dikin ku dengê xwe bidin.

Li Eyaleta Baden-Wurttembergê ji dema destpêkirina maratona hilbijartinê û vir ve federasyona me bi hemû saziyên xwe ji bo serketina Aynûr Karlikli û Huseyîn Okûr bi rengekî çalak dixebite.

Saziyên me yên hilbijartinê wê heta roja hilbijartinê, heta 14’ê Adarê bênavber bixebitin, xwe bigihînin gelê me û ji bo tevlîbûna li hilbijartinê alîkariyê bidin.”