FED-MED’ê ji bo merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar ê li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir, banga tevlîbûneke girseyî kir.
Rêveberiya NRW a FED-MED’ê ji bo merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya FED-MED NRW de hate gotin, “Ûgûr Şakar ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, piştî meheke li servîsa lezgîn a nexweşxaneyê 22’ê Adarê şehîd bû. Cenazeyê Şakar wê roja Sêşemê li goristana li navnîşana Rheydter Str. 191, 41464 Neuss saet 13:00 bê veşartin.
Ji bo em xwedî li mîrateya mezin a hevalê Ûgûr Şakar derkevin, divê gelê me û dostên me bi rengekî girseyî şehîdê xwe bi rê bike.
Li ser vê bingehê, di serî de meclîsên me hemû yên li NRW’ê em li bendê ne ku gelê me, şoreşger û dostên me yên demokrat hemû roja Sêşemê beşdarî merasîmê bibin.”