FEDA’yê diyar kir ku di pandemiya koronavîrusê de ji bo hevgirtina malbatan, wan dest bi kampanyaya ‘Malbata Bira’ kirine.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wan jî dest bi kampanyaya malbata bira kirine.
Di kampanyayê de ev tişt hate diyarkirin:
“Şewba koronavîrusê bandoreke giran li ser mirovayetiyê kiriye. Ligel ku gelek tevdîr tên stendin jî şewb zêde belav dibe.
Hişê desthilatdariyê bi dîna zanistê ev vîrus ava kiriye. Hesabê wan ev e ku serwerî cîhanê bibin û hewl didin pergalên nû ava bikin. Dixwazin ku dinyayê bikin Kampa Aûshwîtzê.
Em gel divê em qadên xwe yên civakî û avadaniyên xwe ji bo tendirustiya civak û xwezayê seferber bikin û hevgirtina civakî xurttir bikin.
Em Federasyona Elewiyan a Demokratîk diyar dikin ku divê rêveberî, endam û dostên me di hevgirtina civakî de di her warî de roleke çalak werbigirin û ji îro şûnde em jî kampanyaya ‘Malbatên Bira’ didin destpêkirin. Divê em hêza xwe ya hevgirtinê biçûk nebînin.
Hemû hêzdarên dinyayê teslîmî vîruseke mîkroskobîk bûne û divê em bidin diyarkirin ku xîreta Xizir gelek e û em wekî Xiziran ji xweza û jiyanê bibin şifa.
Ji bo têkiliyê
Elmanya: +49 176 45 99 32 64
Swîsre: +41 78 724 49 35
Fransa: +33 768 10 45 42
Viyana: +43 660 49 61 400”