Dewleta Tirk bi salan e li hemberî gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne û niha bi destê AKP’ê ev polîtîka hem tên kûrkirin, hem jî bi rengekî nû tê meşandin. Di çarçoveya polîtîkayên pişaftinê de bi salan zimanê Kurdî qedexe kirin, Kurd ji bo ku ziman û hebûna xwe biparêzin têdikoşin û heta niha gelek berdêl dan. Li Bakurê Kurdistanê 9 partiyên Kurdan “Platforma Zimanê Kurdî” ava kirin. Û wê vê mijarê têxin rojeva Neteweyên Yekbûyî.
Platforma Zimanê Kurdî komxebata ziman li dar xist û gavên şênber avêt. Ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê 3 komên xebatê hatin avakirin. Ev komên hatin peywîrdarkirin wê raya giştî hişyar bikin, daxwazên xwe ji hikumetê re ragihînin û li gorî peymanên navneteweyî kar bikin.
‘JI BO ZIMAN ROJEKÎ DÎROKÎ YE’
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî destnîşan kir, îro rojeke dîrokî ye ku 9 partiyên Kurd ji bo parastina ziman li hev civiyane û got: “Zimanê Kurdî roj bi roj dihele. Salên dawî asîmîlasyon, zext û qedexeyên sîstematîk ên nû li ser zimanê Kurdî zêde bûne. Helbet zimanê Kurdî ji serê sedsalê heta niha bûye hedefa gelek êrîşên bi vî rengî. Asîmîlasyon, qedexe û zextên li ser zimanê me ne nû ne. Em dikarin bibêjin ku polîtîkayên li ser gelê me beriya her tiştî xwe di polîtîkayên li ser zimanê me de nîşan dide. Ewên ku hebûna Kurdan qebûl nakin, beriya her tiştî êrîşî zimanê Kurdan dikin û zimanê Kurdî qebûl nakin. Li gel her tiştî zimanê Kurdî sînoran nas nake û ez bawerim wê ev bibe gavek ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd.”