Di ser şehadeta Dr. Sîrwan ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû qetilkirin re 22 sal derbas bûn, lê hîn jî li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka yekîtî, parçebûn û netewî nehatiye çareserkirin, Kurd dîsa dibin qurbaniyên polîtîkayên hêzên derve.
Îro 22. Salvegera şehîdbûna pêşengek û şoreşgerekî netewî yê Başûrê Kurdistanê ku bi destê PDK’ê hatiye şehîd xistin, Dr. Sîrwan (Kawa Elî Salih) e. Dr. Sîrwan di sala 1964’an de li gundê Çemîle yê navçeya Şarbajêr ya ser bi bajarê Silêmaniyê ji dayik dibe.
Dr. Sîrwan di sala 1984’an de li Bexda beşa zanist û zimanê Iıngilîzî diqedîne. Di sala 1994’an de weke rojnameger û nivîskarek di rojnameya Welat de dest bi kar dike û di pêşxistina rojnameyê de rolek girîng dilîze. Bi boneya salvegera şehîd bûna Dr. Sîrwan birayê wî Yasîn Elî ji Rojnews’ê re behsa jiyan û têkoşîna şoreşgerê netewî dike û dibêje, “Di 16 saliya xwede dest bi xebat û têkoşîna netewî kir.”
Yasîn Elî diyar kir ku Dr. Sîrwan di têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê de her timî girîngiyeke mezin daye xebatên fikrî û wiha pêde diaxive; “Dema ku Dr. Sîrwan di temenê 16 salî de bi Komeleya Karkerên Kurdistanê re peywendî çêkir. Li gel xwendina xwe girîngî bi têekoşîn, fikir û azadiya gel da. Yek ji taybetmendiyên Dr. Sîrwan ya herî girîng jî ew bû ku di rêbaza xwe ya têkoşînê de girîngiyeke mezin dida fikir.
‘Ji nivîsên Dr. Sîrwan pirtûkek hatiye berhevkirin’
Dema ku Dr. Sîrwan di rojnameya Welat de kar dikir carek ji min pirsî tu rojnameya me çawa dibîni, nêrînê xelk li ser rojnameya me çiye? Min jî got rojnameya we rojnameyek siyasî ye lê, ji bo gel sudek xwe nîne, ji ber gel tiştek ji siyasetê fêm nake. Piştî van gotinên min dîsa ji min pirsî nêrîna te çiye ku ez rêze nivîs li ser siyaset û têkiliyên wê bi şer, bi dîplomasî, civak, aborî, huner, şoreş, şerê taybet, desthilat ê, binivîsim. Piştre rêze nivîs di rojnameyê de nivîsî ku heftê carek derdiket. Piştî wan nivîsan min zanî ku Dr. Sîrwan kesekî asayî derbaskiriye. Belavbuna nivîsên Dr. Sîrwan di wê demê de bu çavkaniyek girîng a fikrî, tekoşîna siyasî û leşkerî ku niha jî gelê Kurd sud jê digrin. Niha ew nivîs hatine berhevkirin û pirtûkek jê derxistine.
‘Kesayetek netewî bû’
Elî diyar kir ku Şehîd Dr. Sîrwan kesayetekî herêmî nebû û nedixwast têkoşîna xwe ya azadiyê bi parçeyek anjî herêmekî re sînordar bike û wiha dirêjî bi axaftina xwe da; “Li dijî wê bû ku têkoşîna xwe sînordar bike. Her wiha ne kesayeteke herêmî bû, baweriya wî bi têkoşîneke giştî ya berjewendiyên hevbeş yên gel esas digire hebû. Lê berovajiyê van fikrên şehîd Sîrwan, wê demê li Iraqê û li Başûr siyaseteke xwe dispêra eşîretperestiyê serwer bû. Vêya jî dibin navê berjewendiyên netewî de dikirin û bi vî awayî jî temenê xwe dirêj dikirin.
Ji ber rejîma Baas derdikeve derveyî welat
Di sala 1983`an de dema Dr. Sîrwanli Bexdayê dixwend di heman demê de Endamê Komeleya Karkerên Kurdistanê bû û ji ber rejîma Baas û hinek partiyên hevkar metirsî li ser jiyana wî çêdibe. Di vê derbarê de jî Yasîn Elî wiha dibêje, “Dr. Sîrwan wê demê ji min re got, metirsî li ser jiyana min heye, dibe ku hewl bidin min bikujin. Ji ber vê çendê divê ez derbikevim dervey welat. Piştî wê metirsiyê sala 1984`an de çu IIranê heya dawiya salên 1985 li wir ma. Di vê navberê de min tenê du caran wî dît. Dema ku li Iiranê jî bû di demeke kurt de xwe fêrî zimanê Farisî kir. Di dawiya 1985`an de derbasê Danîmarkayê (Ewropa) bû.
Li Ewropayê naskirina xwe bi ERNK’ê re çêdibe
Şehîd Dr. Sîrwan naskirina xwe ya ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê li saheya Ewropa bi rêya Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê (ERNK) re çêdibe. Ji ber naskirina xwe ya bi PKK’ê re biryarê dide ku derbasê Sûriyê bibe û perwerdeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne. Yasîn Elî li ser naskirina Dr. Sîrwan a bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re jî wiha got, “Li saheya Ewropa bi rêya ERNK’ê têkoşîna azadiya Kurdistanê nas kir û di dawiya salên 1990’an de bû endamê ERNK`ê. Dr. Sîrwan dema li Amsterdamê bû biryar da ku di perwerdeyeke Rêber Abdullah Ocalan re derbas bibe.”
Piştî perwerdeya Ocalan biryara vegera welat dide
Yasîn diyar kir ku Dr. Sîrwan piştî li Sûriyê perwerdeya Ocalan dît biryar dide ku careke din vegere Başûrê Kurdistanê û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê li welat bidomîne. Yasîn wiha behsa vegera Dr. Sîrwan dike; “Piştî perwerdeyê biryar da ku vegere Başûrê Kurdistanê. Wê demê jî rewşa Başûrê Kurdistanê telek xirap bû û ji bilî Dihok, Hewlêr û Silêmanî hemû xaka Başûr ketibû destê hêzên rejîma Baas’ê de.
Li gel çend hevalên xwe PAK ava dikin
Dema ku vegeriya Başûrê Kurdistanê di sala 1991’an de, li Xakurkê li gel çend hevalên xwe Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) avakirin. Di wê salê de Raperîna mezin ya Başurê Kurdistanê destpê kir û Dr. Sîrwan jî di wan raperînan de weke pêşeng cih girt. Di şerek li herêma Germiyanê ya li dijî rejîma Baas de bi giranî birîndar bû, rehê lingê wî qut bû û ji bo dermankirinê çû Iiranê.
Li gel çar hevalên xwe tê şehîd xistin
Di sala 1995’an de amadekariyê avakirina Yekîtiya Nîştimaniya Demokrata Kurdistanê(YNDK’ê) dike. Di heman salê de YNDK dibe yek ji aliyekî siyasî yê Başûrê Kurdistanê. Wê demê YNK û PDK hebûn, YNDK jî bû aliyê sêyemîn yê Kurd. Dr. Sîrwan jî bû sekreterê YNDK’ê. Wê demê ji ber YNK ji nava bajaran derketibu û li ser sînorên Iraq û Îranê bi cih bûbû, Silêmanî di destê PDK’ê de mabû. Jiyana welatiyan jî di wê demê de pir xirab bû û ti garantiyek ya jiyana gel nebû. Ji ber wê çendê Dr. Sîrwan û çend hevalên xwe li çemê Rêzan bi cih bûn, ji bo cesaret û baweriyê bidin gel. Pêşmergeyên PDK yên ji çar aliyan ve wan dorpêç kirin. Lê tevî hemû guftugoyên di navbera wan de jî, di 4’ê Cotmeha sala 1996’an de carekê din pêşmergeyên PDK`ê Dr. Sîrwan û çar hevalên wî yên bi navê Hacî Qamişloyî, Baban, Diyar Mêrdînî û Egîd Germiyanî şehîd xistin.”
Hêjî şoreşger û ciwanên Kurd li Başûrê Kurdistanê di encama hevkariya hinek partiyên Kurd bi dewletên dagirker re tên qetilkirin. Her çend di nava gelê Kurd de yekîtiyeke rûhî çêbibe jî, ne hatiye wê astê ku hêzên Kurd neçarê pêkanîna yekîtiya Kurd a demokratîk bikin.