Axîn Mûş (Hulya Demîrer) sala 1995’an ji Îngilistanê gihîşt Tevgera Azadiy Kurd.

Fermandara Eyaleta Amedê bû, bû şehîd, li Lozanê hat bibîranîn. Bi sedan kes tev li bibîranîna wê bûn.

Ji bo fermandara Eyaleta Amedê Axîn Mûş (Hulya Demîrer) ku 17’ê Îlonê di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker şehîd ket, li Navenda Civaka Kurd meresima bibîranînê hat çêkirin.

Malbata Axîn Mûş, hevrêyên wê û bi sedan Kurdistanî tev li meresimê bûn.

Di merasimê de piştî rêzgirtinê sînevîzyona li ser jiyana Axîn Mûş hat nîşandan û axaftin hatin kirin.

Hevalê axîn Mûş ê têkoşînê Xalê Selîm jî got: Axîn li ser çiyayên Kurdistanê xeyalên xwe kirin rastî..