Fermandar Zinarîn: Bi rastî jî ev bi salan e, di dilê min de hesret bû ku ez derbasî Botanê bim. Armanca çûyina me tevlîbûnek xurt ya li pêvajoyê ye. Tiştê ku ji me tê xwestin tevlîbûnek serkeftî ya li şerê gele şoreşgerî ye.
Mêrdin, bajarê serhildêr ya zarokên hêviyê ye. Tîrejên rojê bêyî ku dilsozên vî bajarî qedîm pîroz bike, ti carê naçe ava. Gundên vî bajarî weke berxwedêriya dilê dayik niştiman, her di aliyê serhildêran de cih girtiyê. Dilsozên rojê, xwe li ber dikin mertal. Mêrdîn jî di dilê Bagokê de wan dihewîne. Merdîn bi serbilindî behsa rêwiyên rojê dike. Ew jî kolanan vî bajarê pîroz heya Bagokê, dest bi nivisandina serpêhatiya xwe ya pakrewaniyê dikin.
GUNDÊ OMERYA BER BI ÇIYAYAN VE OXIRA KEÇEKE XWE HILAND
Di sala 1982’an de yek ji wan kesên ku dest bi nivisandina xwe ya berxwedêriya bikira li gundê Omerya, gavên xwe yên destpêke diavêt. Wek her zarokê Kurdistanê ew jî bi çîrok û destanên qehremanên çiyayî ve mezin dibe. Gerîla hîna di derguşa zarokan de dibe xeyalan wan. Gundê Omerya ku bi welatparêziya xwe her tim serbilind e, oxira keçeke xwe ber bi çiyayan ve hiland. Civakeke ku her tim di zinaran de rûmeta xwe parastiye û bûye xwebûn, keçên vî gelî jî wê nave xwe bikirana Zinarîn. Serpêhatiya Zinarîn ji bo zarokên Mêrdîn û hemû Kurdistanê we bibûya çîroka jina ku li hember neyaran seri netewandiye, lîlandiye û wiha şehîd bûye.
‘BI DÎLKETINA SEROKATÎ RE CIWANÊN KURDISTANÊ TEF BI REF TEVLÎ GERÎLA BÛN, EZ JÎ YEK JI WAN BÛM’
Zinarîn Botan (Hacire Tanhan) di sala 1999’an de tevlî tekoşîna azadiyê Kurdistanê dibe. Gerîla Zinarîn di destpêke gerîlatiya xwe de li Botan, Haftanîn, Qendîlê dimîne. Piştî salên dûr û dirêj yê têkoşînê, bi fermandarî li Qadên Parastinê Yên Medyayê û li Eyaleta Mêrdînê xebatan dike. Zinarîn Botan armanca tevlîbûna xwe û ji bo xwe wateya çiya û gerîla wisa pênase dike:
“Malbata min bi giştî welatparêz in, ji ber vê min rêxistin hinekî nas dikir. Di 1999’an de tevlî partiyê bûm, piştî girtina Serokatî hatim çiyan. Dîlketina Serokatî û li hember vê rabûna gel bandorek li min kir. Li hemberî komployê gel rabû serhildanên mezin, min jî xwest li hember vê bersîvek bidim. Bi dîlketina Serokatî ciwanên Kurdistan ref bi ref tevlî bûn, yek ji wan jî ez bûm.
Çiyayên Kurdistanê ji bo gerîla cihên pîroz in. Hem cihên perwerde û parastinê û hem jî cihên şer in. Bi perwerde tu xwe li gor felsefeya Rêbertî ava dikî û bi taktîkên gerîla jî tu vêya dixî pratîkê. Nexasim ji bo jinan girîngiya çiya pir cuda ye. Serokatî her tim digot: ‘’Jineke ku xwe biparêze, lazim e bere xwe bide çiya, her kes ji çiya dakeve jî pêwîste jin danekevin.
Di nav gel de jî cihê gerîla cuda heye. Ji ber ku ev gel di her hewldana îmhakirine de bere xwe daye çiya û xwe parastiye. Îro yê ku xwedî li çiyayan derdikeve jî gerîla ne. Li hember xwedîderketin û hezkirina gel ya li hember gerîla, bêguman erkên me jî zêde dibin. Armanca min bi xwe jî ew e ku bibim layiqî gel û gerîla.”
‘BI SALAN E DI DILÊ MIN DE HESRET BÛ KU BIÇIM BOTANÊ’
Zinarîn Botan bi armanca ku bersivê bide komployê berê xwe dide çiyayan. Li gelek çiyayên pîroz yên Kurdistanê şer dike, fermandariyê dike. Lê hesreta çûyina Botanê her tim di dilê xwe de mezin dike û herî dawî digihîje armanca xwe. Rawestgeha wê ya dawî dibe Mêrdîn. Fermandar Zinarîn dema li ser rêya Botanê ye, hestên xwe yên derbarê çûna ber bi Bakûr ve wiha bi lev dike:
‘’Em niha li ser rêya Botanê ne. Wateya Botan ji bo min pir cuda ye, xwedî manewiyat e. Ew der warê rêheval Çiçek Kiçî û rêheval Erdal û fermandar Egîd e. Bi rastî jî ev bi salan e, di dilê min de hesret bû ku ez derbasî Botanê bim. Armanca çûyina me tevlîbûnek xurt ya li pêvajoyê ye. Tiştê ku ji me tê xwestin tevlîbûnek serkeftî ya li şerê gele şoreşgerî ye. Hem di warê leşkerî, hem jiyanî, hem jî sekna rêxistinî de tevlîbûneke me di asta herî jor de wê çêbibe. Niha gelek heval dixwazin derbasî qada Bakur bibin. Di vî alî de ez xwe pir bi şens jî hîs dikim. Bêguman armanca herî mezin ya her gerîlayekî azadkirina Rêbertî ye. Di azadkirina fizikî ya Rêber Apo de û di şoreşa Kurdistanê de Botan xwedî risteke mezin e. Ev mîsyoneke hate dayîn ji bo em bikaribin pêk binîn, çi ji destê me tê emê bikin.’’
ŞERÊ ŞOREŞGERÎ YA GEL LI NISÊBÎNÊ BI PÊŞENGIYA ZINARÎN DENG VEDA
Zinarîn Botan di sala 2015’an de, dema ku li her derê Kurdistan şerê gelê şoreşgerî dihate kirin, li bajar û çiyayan şerekî dijwar diqewîmi, derbasî eyaleta Mêrdîn dibe. Berxwedaniya Nisebînê ku ji dijmin re bûye sendromek, bi fermandariya Zinarîn û Soroyan tê kirin. Rêhevalên Zinarîn pêvajoya şerê gele şoreşgerî û rola fermandar Zinarîn wiha tinîn ser ziman:
‘’Di vê serdemê de hem li çiya hem li bajar berxwedaneke pir mezin hebû. Gerîlayên eyaleta Mêrdînê jî fedakariyek mezin nîşan dan. Rêheval Zinarîn yek jî fermandara eyaleta Mêrdînê bû. Di van salan de ji nav eyaletên me yên Bakur de, eyaleta herî serkeftî Mêrdîn bû. Şehîd Soro, Şehîd Botan Hakkarî, Şehîd Medya Mawa û Şehîd Zinarîn Botan fermandarên vê eyaletê bûn. Bi rastî jî vê demê derbeyên pir giran li dijmin xistin. Jixwe berxwedana li Nisebînê li hemû cihanê deng veda. Dijmin ruxme ku hemû teknîka xwe ya pêşketî bi kar anî jî, li hember çalakiya hevalan bêgav man û balafir jî şixulandin. Vaye ev berxwedan bi pêşengtiya Zinarîn û Xebatkaran çêbûye. Hem fermandar bû hem jî di hemû aliyên pratîk ya vê berxwedanê de ew bixwe li ser disekinî. Ji ber vê yekê dijmin ew fermandarên ku xwedî pratîkek serkeftî û derbe li wan dixist, bi taybet hedef girt û gelek operasyon birin ser wan. Lê bele rêheval Zinarîn di wan şert û mercên zivistanê ya Mêrdînê de, rojek jî nesekinî û her tim li derva bû. Ev sekn û jêhatîbûna heval Zinarîn hişt ku berxwedana Nisêbîn bigihîje vê astê’’
GOTINA DAWÎ YA ZINARÎN BOTAN: ALÇAX, EZ Ê ÇAWA TESLÎMÎ TE DIBIM?
Fermandar Zinarîn ya ku bi çalakvaniya xwe ve tê naskirin, di şahadeta xwe de jî ji vê sekna xwe tawîz nade. Di navbera 11’ê Sibatê û 1’ê Adarê de li Mêrdînê dewleta faşîst ya Tirk ji bo ku kiribûn hedeefa xwe, operasyonê li ser fermandarên serfiraziyê yên Mêrdînê li dar dixe.
Fermandar Zinarîn bi rêhevalê xwe Soro ( Salîh Kaplan) re heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dide. Li hember bangawaziyên dijmin fermandar Zinarîn bi qerîn dibêje;’Alçax, ev 25 sal in di nav vê rêxistinê de me, ez ê çawa teslîmê te bibim.’ Bi gotina xwe ya dawî wisa bersiva dijmin dide û nahele ku dijmin jî wê şehîd bixîne. Fîşeka xwe ya dawî di xwe de diteqîne û rêheval Zinarîn bi vê sekna xwe ya birûmet ti carî serê xwe netewandiye û ji bo tevahî Kurdistan bûye remza jina berxwêder.
