Fermandara YJA Starê Hafîze Ozdemîr (Zîn Avesta) ya ku li Dêrsimê şehîd bûbû li bajarê Darmstadtê ya Elmanyayê hate bibîranîn û rojbûna wê hate pîrozkirin.

Fermandara YJA Starê Zîn Avesta ya ku li Dêrsimê şehîd bûbû li Darmstadtê hate bibîranîn û rojbûna wê hate pîrozkirin.

Bibîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê malbata şehîd Avesta birayê wê M. Emîn axivî.

Ozdemîr got ku “Dê û bavê min û ya heval Zîn yek e, lê heval Zîn keça gelê Kurd e. Rêber Apo di serî de bila serê hemû hevalan û yê gelê Kurd sax be.”

Li ser navê KOMAW’ê jî hate diyarkirin ku ew di şexsê Zîn Avesta de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr tînin.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî hate diyarkirin ku li Tirkiye û dinyayê tecawizî zarokên keç tê kirin û jin tê qetilkirin, divê têkoşîna li hemberî vî tiştî were geşkirin.

Piştî axaftinan pasteya rojbûna Zin Avesta hate jêkirin. Di bibîranînê de sînevîzyon jî hate nîşandan.