Ev sernavê nûçeşîroveya rojnamevan Egîd Sîrwan û dibêje; Di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de, fermandarê fedaî yê berxwedana Cîloya Biçûk Bawer Deyndar bu meşaleya têkoşînê.

Di şeva 23’ê Nîsana 2021’ê de dijmin careke din êrîşî çiyayên Zagrosê kir. Wê êvarê artêşa Tirk bombardûmaneke giran li herêma Avaşînê kir û leşker danî.

Li hemberî van êrîşan jî Gerîlayên AzadiyaKurdistanê dest bi berxwedaneke mezin kirin.

Yek ji cihên ku artêşa Tirk dixwest êrîş bike qada Cîloya Biçûk ya herêma Zapê bû.

Gerîla Bawer Deyndar (Ûmût Han) jî fermandarê qada Cîloya Biçûk bû û pêşengî ji hevriyên xwe re dikir.

Bawer Deyndar di sala 1994’an de li navçeya Gimgim a Mûşê ji dayik bû.

Bawer bi çanda Kurdîtiyê û nirxên welatparêziyê mezin bû.

Malbata Bawer, gelek caran bû hedefa êrîşên dijmin û Bawer hate girtin û 6 mehan li zindanên dijmin êşkence dît. Piştî ku hate berdan tevlî nava refên Gerîla bû û navê xwe kir Bawer.

Bawer ê berxwedêrê mezin Kemal Pîr ji xwe re kir mînak û derbasî qada Zagrosan bû. Di sala 2019’an de li herêma Zapê bû fermandarê yekîneyê, beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû.

Bawer li qada Cîloya Biçûk hem xwe hem jî hevrêyên xwe ji şerê tunelan re amade kir û çalakiyên li bejahiyê birêxistin kir.

Fermandar Bawer her tim planên nû yên çalakiyan kir, tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li artêşa Tirk hate xistin.

Bawer bi ruhekî fedaî yê Apoyî û wêrekiyeke mezin pêşengî ji çalakiyên êrîşê re kir û di van çalakiyan de bi rengekî serketî bi rola xwe rabû.

Di 26’ê Nîsana 2021’ê de li quntara Girê Şehîd Serxwebûn ya li herêma Zapê li refên herî pêş tevlî çalakiyeke li dijî dagirkeran bû.

Di vî şerî de bi giranî birîndar bû û di 3’ê Gulana 2021’ê de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.