Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî teqîna roja Sêşemê ya li Efrînê şermezar kir.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek weşand û got, “Ya ku li Efrînê qewimî êrişeke terorê ye ku divê bê şermezarkirin.”

Ebdî got, “Di vê êrişê de gelek mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan. Li warê aştî û zeytûnê rûdana êrişeke wiha hovane, encameke siyaseta hilweşîner a dewleta Tirk e.”