Mezlûm Ebdî diyar kir ku Hêzên me bi hevkarî û piştgiriya xelkê me yê Dêrazorê, di çarçoveya operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` de, xebatên sepandina îstiqrara li herêmê û peydakirina ewlehiyê, didomînin.

Rewş bi saya civaka xwecihî, êlên herêmê û QSDê, ber bi aramiyê û parastina aştiya navxweyî ve diçe.

Lê tevî vê hewildana ewlehiya hêzên me dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina îstiqrara li herêmê û tunekirina vîna gelê me, êrişên li Til Temir û Minbicê didomîne.

Li aliyê din Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku wan êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birine

û di bersivdayîna 4 rojan de, 23 çete hatine kuştin, 21 çeteyên din jî birîndar bûne.