Ajansa Tasnim ya Îranê ragihand ku fermandarê hêzên Qudis yên Îranê Îsmaîl Qaanî serdana Sûriye kir, herêmên operasyonan şopandin û beşdarî tatbîqatên leşkerî yên hevbeş yên Tehran û desthilatdariya Şamê bû.

Ajansê destnîşan kir ku Qaanî, di serdana xwe de bi gelek berpirsên leşkerî, ewlehî û siyasetmedarên desthilatdariya Şamê re civiya û gelek herêmên operasyonan şopandin.

Li gorî ajansê, Qaanî, beşdarî tatbîqatên leşkerî yên hevbeş ên Îran û Sûriye bû û ew yek di çarçoveya sekna li dijî astengî, darbayên leşkerî û ewlehiya i Sûriye de pêk hatin.