Fermandarê Yekineyên Berxwedanê Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî der barê êrîşa suîqastê ku di 15’ê Tebaxê de ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve li hemberî endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî pêk hatibû de ji ajansa me Hawarê re axivî. Şengalî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên hovane dîsa civaka Êzidî hedef girt û xwest bi şehadeta Mam Zekî hêza wan bişikîne.

Zerdeşt Şengalî da zanîn ku şehîd Mam Zekî 39 sal bê navber ji bo gelê kurd û cîvaka Êzidî têkoşîn kiriye û wiha got: “Stûna îtifaqa civaka Êzidî û sembola bawermendiya civaka Êzidî di şexsê şehîd Mam Zekî de diyar bû. Şehîd Mam Zekî bi wê tekoşîn û keda xwe di dilê hemû kesî de cih girt. Îro bi hezaran dil ji bo Mam Zekî lê didin. Meha Tebaxê ji bo civaka Êzidî meheke reş e. Şehadeta Mam Zekî kul û êşên wê civakê zêde kirin. Hedefgirtina Mam Zekî hedefgirtina civaka Êzidî bû. Dijmînên hov xwest bi şahadeta Mam Zekî pêşeroja civaka Êzidî tarî bikin û civaka êzidî jî bê îrade bikin. Bila dijmin zanibe ku tola şahadeta Mam Zekî me xurttir dike.”

YBŞ û YJŞ dê ji êrîşkaran hesabekî dîrokî bixwazin

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî di 4’emîn salvegera Komkujiya Koço de serdana gelê herêmê kir. Piştî Mam Zekî Şengalî ji merasîma Koço vegeriya ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin. Zerdeşt Şengalî ji bo tolhildana şehîd Mam Zekî Şengalî wiha got: “Tola Mam Zekî soz û erka me ye. Xwîna Mam Zekî li erdê nahêlin. Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Êzidî ji dîrokê heya niha êrîşan dide meşandin. Em ê ji dewleta tirk a êrîşkar hesabekî dîrokî bixwazin. YBŞ û YJŞ bersivdayîna hemû êrîşên li ser Şengalê re amade ye. Civaka Êzidî êdî serê xwe ji fermanan re natewîne. Berxwedanê wekî parçeyek ji laşê xwe dibîne.”

Dewleta Tirk ji bo êrîşên Şengalê hincetan ava dike

Beriya demekê dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ku PKK li Şengalê bi cih dibe, gef li Şengalê dixwarin. Hêjayî gotinê ye ku 23’yê Adara 2018’dan PKK ji Şengalê bi fermî vekişiyabû. Der barê gefên dewleta Tirk a dagiker de Zerdeşt Şengalî ev tişt got: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîşên xwe yên li ser Şengalê hincetan ava dike. Yek ji wan hincetan ku dibejê PKK li Şengalê cih girtiye. Cîhan giştî dizane ku PKK di bin çavdêriya hikumeta Iraqê de ji Şengalê bi fermî derket. Tu hinceta dewleta Tirk a dagirker tunebû ku êrîşî Şengalê bike. Di Şengalê de tene hêzên YBŞ û YJŞ’ê cih digirin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku êrîşên xwe rewa bike hincetên nerast belav dike. Dewleta Tirk a dagirker her tim bi fikre selefiyan civaka Êzidî hedef girtiye. Hemû dewletên nîjadperest bila zanibin ku heke êrîşî Şengalê bikin dê hêzên YBŞ-YJŞ û civaka Êzidî li hemberî xwe bibînin. Ji ber ku civaka Êzidî xwe bi rêya şehîd Mam Zekî Şengalî bi rêxistin kiriye. Hêzên me yên leşkerî di aliyên îrade û bawerî de di asteke bilind de ne. Ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker amede ne.”

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeş Şengalî der barê helwesta PDK û hikumeta Iraqê de got, ev îxanet hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike û wiha pê de çû: “Hikumeta Iraqê rê ji balafirên dewleta Tirk a dagirker re vekir. Ev jî rêya îxanetê ye. PDK’ê di êrîşên li ser Şengalê de gel bi tenê hişt. Îro jî bi heman şêwazê îxaneta xwe li ser gelê Şengalê dubare kir. Du car e ku xencerê li pişta gel dixe. Tu exlaq êdî bi PDK û hikumeta Iraqê re nemaye. Ji dîrokê heya niha îxaneta PDK û hikumeta Iraqê li ser gelê Kurd didome. Ev xayîn û xwefiroşên ku tiliyên wan di hedefgirtina şehadeta Mam Zekî de hebû bila li benda hesabxwestina me bin. Di dem û cih de bersiveke tund dê were dayîn.”

Çavkanî: Ajansa ANHA