NPGê got “ji bo tevahî fermandar û şervanên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan lidar xistin; em we hevrêyên xwe bi hestên ji dil ên şoreşgerî silav dikin.

Hevrêyê xwe Şervan Varto yê di operasyonê de bi lehengî şer kir bi bîr tînin.

We 17’ê Sibatê li Girê Cûdî yê Zapê, baregeha dijmin bi temamî fetih kir.

Vê operasyona we derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xist.

Li baregeha dijmin 37 eskerên dagirker tevî yuzbaşiyekî û hin fermandarên din hatin cezakirin.

We dest danî ser bi dehan sîleh, kelûpelên leşkerî yên li ser dagirkeran.

Wekî din li baregeha dijmin çi hebe hate şewitandin û îmhakirin.

Ev operasyon, bû xelekek ji operasyonên şoreşgerî yên dawî ku bi awayekî serketî hatî lidarxistin.

Her wiha di salvegera komploya navneteweyî de lidarxistina operasyoneke ewçendî serketî pir watedar e.

Operasyona we ya şoreşgerî nîşan da, ku gerîla her devera bike hedef dikare fetih bike û tasfiye bike.

Em tevahî fermandar û şervanên di operasyonê de cih girtine pîroz dikin.

Ji dil bawer dikin, ku hûn ê di taktîkê de xwe kûr bikin û bi afrîneriyê serketinên mezintir bi dest bixin.

Tevî we operasyoneke ku baregeh bi temamî fetih kir lidar xist, artêşa Tirk û çapemeniya wê hewl dan vê têkçûyîna dîrokî veşêrin.

Tevî ku 37 kuştî dan, tenê kuştiyekî xwe eşkere kirin, weke kor, ker û lalan tevgeriyan.

Ev rewşa wan nîşan dide, ku artêşa dagirker, rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê çiqasî şikestî, qels û di zorê de ne.

Ketine rewşeke welê ku nikarin têkçûyîna konsepta xwe ya şer ji xwe re jî bêjin û ji raya giştî re jî eşkere bikin.

Dewleta Tirk, rêjîma wê ya faşîst û çapemeniya wê ya şerê taybet çiqasî hewl bidin rastiyê veşêrin jî,

Wê tevahiya rastiyên operasyona şoreşgerî ya we hevrêyên hêja bi kedeke mezin belgekirî bên eşkerekirin.

Hingî her kes bibîne, ku hezar derew çawa li hemberî heqîqetekê ne xwedî ti qîmetî ne.