YBŞ’ê bi boneya cejna Rojiyên Êzî peyamek belav kir û cejin li tevahiya civaka êzdî, li Rêber Abdullah Ocalan û hemû cangoriyan pîroz kir.
Bang li civaka êzdî kir ku “Bi wesîleya Cejna Êzî, yekîtiya xwe û rêxistinbûna xwe xurtir bikin, berxwedanî û têkoşîna xwe ya li dijî dagirker, hevkar û dijminên kokê, geştir bikin û li Êzîdxana azad û xweser xwedî derkevin.”
YBŞ’ê berxwedana bi pêşengiya cangoriyên mîna Berxwedan, Vînar, Mam Zekî, Bêrîvan, Seîd û Zerdeştan, Argêş û Berxwedanan bi bîr anî û got ku planên tunekirina Şengal û gelê Êzdî wê bi berxwedan û têkoşîna li ser riya şehîdan daniye bidome û bigihê serî.
*Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropa (KCÊ-E) jî bi daxuyaniyekê Cejna Êzî di serî de li civaka Êzdî, li gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê piroz kir û got,
“Em hêvîdarin ev cejn ji bo gelê me û hemû gelên cîhanê bibe wesîleya aştî û aramiyê.”
KCÊ-E got:
“Civaka Êzidî li welat û li seranserê cîhanê ji 28’ê Mijdarê ve dest bi pêvajoya rojiyê kiriye.Niha jî qonaxa dawi ya Cejna Êzî ya 15’ê kanûnê bi kelecaneke mezin tê pêşwazikirin.
Li gorî baweriya me di tevahiya pêvajoya rojiyan de, mirov bi xwe re di warê nefsî de paqijbûn û nûbûnekê çêdike, di warê ruhî û derûnî de jî xwe li ser rêya Tawisî Melek xurt û qawîn dike.
Cejn rojên aştî, biratî û hev hembêz kirinê ne.
Ji bo vê jî em dibêjin çi dibe bila bibe, divê berî her tiştî civaka me li xwe vegere û yekîtî û tifaqa xwe xurt bike.
KCÊ- E got: Bersiva 74 fermanan tenê mezinkirina yekîtî û tifaqê ye.
Eger em bibin yek, em dikarin rêya bav û kalan û xeyalên lehengên Şengalê pêk bînin.
Çawa ku dayika kesî ji mirov re nabe dayik, her wiha welatê xelqê jî ji mirov re nabe welat.