Fermandariya YBŞ’ê di daxuyaniyê de wiha got.
Di êrişa doh de, hevalên me Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr şehîd bûn, em ji malbatên wan û gelê Şengalê re sersaxiyê dixwazin, soz didin emê bîranîna wan di têkoşîna Şengala xweser û azad de mezin bikin, bi serketinê tacîzar bikin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne.
Xalid Reşo Qasim bi nasnav Dîndar Avesta, navê dayîkê Delal navê bav Qasim, 1997’ê li Sîba Şêx Xidir ji dayîk bû, 2014’an li Dêrikê beşdarî YBŞ’ê bû, 17’ê îlona 2023’ê li Serdeştê şehîd bû.
Raîd Hecî Ferho bi nasnav Pîran Pîr navê dayîkê Guze, navê bav Hecî Ferho, 1’ê çileya 1996’ê li Duhalo ji dayîk bû, 2017’an beşdarî YBŞ’ê bû, 17’ê îlona 2023’ê li Serdeştê şehîd bû.
Kemal Îlyas Biro bi nasnav Çiya Feqîr navê dayîkê Bezar navê Bav Îlyas Biro Elî 1991’ê li Kolîka ji dayîk bû, 2015’an li Xanesorê beşdarî YBŞ’ê bû, 17’ê îlona 2023’ê li Serdeştê şehîd bû.
Yekîniyên Berxwedana Şengalê wiha behsa têkoşîn û kesayeta şehîdan kir.
Şehîd Dîndar Avesta yek ji heval û fermandarên di nav koma îdeolojîk a YBŞ’ê de cih girtiye û ji rêxistinbûna destpêkê heya kûrbûna îdeolojîk û pêşketina leşkerî, di hemû qadan de bûye xwedî kedeke mezin, bûye fermandarekî pêşeng.
Ji roja destpêkê heya roja şehadeta xwe ji hevalên xwe re bûye çavkaniya coş û moralê.
Di pêşxistina taktîka leşkerî de ku rê li ber şikestina DAIŞ’ê vekir xwedî roleke girîng bû. Ji bo têkbirina DAIŞ di pêngava rizgarkirina Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê de cih girt
Hevalê me Pîran ji malbata Pîr e ku ji roja destpêkê ve di nav YBŞ’ê de xwe birêxistin kiriye, ked daye.
sala 2017’an de di bi awayeke çalak di têkoşîna azadiya Şengalê de cih girt. Li dijî DAIŞ’ê di refên pêş de şer kir. Bi sekna xwe ya dilnizm û wêrek, di rêxistinkirin û mezinkirina YBŞ’ê de xwedî kedeke mezin e. Di nav YBŞ’ê de bûye xwedî sekneke fedayî.
Çiya Feqîr jî 2015’an tevlî têkoşîna azadiya Şengalê bû, di eniya herî pêş de cih girt, hemû erk û berpirsyariya ku ketiye ser milê xwe bêkêmasî bicih anî û bû xwedî têkoşîneke çalak.
Heval Çiya herî dawî fermandarê tabûrê bû ku ji bo aramî û ewlehiya Şengalê şev û roj xebat meşand, berpirsyariyên girîng girtin ser milê xwe.
Di têkoşîna Şengala xweser û azad de bû xwedî kedeke mezin.