Li dijî xespkirina îradeya xelkê Colemêrgê, fermandariya YPS û YPS JIN’ê daxuyaniyek da.

Fermandariyê heya wergirtina şaredariya xwe banga mezinkirina serhildanê kir û got;

Şaredarî mala gel e. Divê dewlet ji tu aliyan ve mudaxaleyî vê yekê neke.

Qeyûmên ku cihê gel dagir dikin rasterast êrişî me dikin.

Eger mafê me yê hilbijartinê nebe, wê demê em ê mafê xwe yê çalakiyê, mafê xwe yê şerê gel ê şoreşgerî bi kar bînîn.

Weke dayîka me ya Colemêrgî gotî; ma ne bes e, em ê niha her derê bikin qiyamet.

Fermandariya YPS û YPS JIN’ê li dijî faşîzma desthilatê berxwedana li Wanê bibîrxist û ev peyam dan.

Bila bê zanîn Bakurê Kurdistanê a me ye.

Me li Wanê çawa li ber xwe da û encam wergirt, divê berxwedana û têkoşîna me heya encamgirtinê li Colemêrgê jî wisa be.

Li dijî sixtekariyê bersiva herî mezin, şeqama xweparastinê ya gel e.

Heta ku em şaredariyên werdigirin, divê em li her derê berxwedanê bilind bikin, serhildanan mezin bikin û xweparastinê pêş bixin.

Dem hatiye ku em YPS û YPS Jin a Colemêrgê bixin nav liv û tevgerê.

Mesele ne tenê qeyûm û desteserkirina Şaredariyê ye.

Mesele dagirkerî, mêtingerî û talan e. Berxwedan wê me bibe serketinê!