Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê kurdistan YRK’ê bang li gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi hemû hêza xwe beşdarî pêngava ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’ bibin.
Di peyama li ser navê Endamê Fermandariya Çiya Mihabad de hat gotin:
“Bi navê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) em daxwazê ji hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û hemû azadîxwazên Îran û cîhanê dikin ku xwedî li pêngava ‘azadî ji boAbdullah Ocalan’ derkevin.
Hemû jin û ciwan û kesayetiyên xwedî fikra azadî ji bo Rojhilatê Kurdistan û Îranê, çawa ku sala 1999’an di pêvajoya komploya navnetewî li ser Rêber Apo de xwedîderketineke bihêz û mezin raber kirin, îro piştî 25 salên girtina Rêber Apo, jî gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bi heman ruh û îradeyê ve dubare xwedî li Rêber Apo, li azadî, li rûmet û kerameta Kurd û Kurdistanê derkeve.”
YRK’ê bi taybet bang li ciwanan kir:
Banga me bi taybet ji bo ciwanan, ji bo keç û xortên welat, ji bo her kesê bi rûmet û keramet e ku li dijî dagirkeran, li dijî zilma li Îmraliyê li ser Rêber Apo gavek berî ya din, bi hemû şêwazî dengê xwe bilind bikin û xwedî li Rêber Apo derkevin.
Fermandariya YRK’ê got:
Em jî ji bo hemû cure fedakariyê amade ne li ku derê pêwîst be emê têkoşîna xwe li wir bidomînin.