18’emîn Festîvala Fîlmên Jinan Fîlmmor wê di navbera 12-26’ê Hezîranê de bi rengekî onlîne pêk wer

Festîvala Fîlmên Jinan a Fîlmmor a 18’emîn îsal bi rengekî onlîne wê di navbera 12 û 26’ê Hezîranê de pêk were.

Tevî nîşandana fîlman wê hevpeyvîn jî bi onlîne bên kirin. Temaşevan ji bo karibin festîvalê bişopînin û li fîlman temaşe bikin, neçar in forûma qeydkirinê dagirin.

Ji Fîlmmorê Melek Ozmen têkildarî festîvala îsal axivî.

Têkildarî bernameya festîvalê Melek Ozmen got, “Dokûmantera ‘Çîrokên Nehatine Vegotin’ a Alîce Gûy-Blache heye. Her kesên ku bi karê sînemayê ve mijûl in û sînemayê dişopînin divê vê sînemavanê nas bike. Ji xwe mijara salê ye, lê di heman demê de beşa ‘Sînemaya bi naveroka maf’ divê teqez bê şopandin.

Li beşa ‘Bedena me ya me ye’ Claîre Pîjman bi sê fîlmên xwe ji Kadraja Femînîst cih digire. 

Beşa ‘Şopandina Fîlm’, Zayendî û Sînemaya Jinê ji fîlmên dawî yên salê pêk tê, beşeke bijarte ye ku 38 fîlmên gelekî taybet tê de hene.

Tevî nîşandana fîlman her wiha hevpeyvîn jî wê hebin. Li ser sînemayê û jinên hilberîner ên li qada xwecihî karê çand û hunerê dike wê panel bên lidarxistin.

Atolyeya ‘Li malê fîlmê xwe çêbike’ heye. Di vê sektora ku sê sal in em li ser dixebitin, jinên xwedî kamera wê îsal li hevkom bibin.”

Li ser rêveçûna bernameyê jî Melek Ozmen got, “Festîval wê bi rengekî onlîne be. Fîlm wê li ser malpera înternetê ya festîvalê bên nîşandan û ji bo vê jî divê mirov xwe lê qeyd bikin û rezerve bikin. Hevpeyvîn jî wê bi heman rengî be. Hevpeyvîn wê di ehman demê de li ser qenalên me yên medya civakî jî bên weşandin.”

Melek Ozmen destnîşan kir ku her kesên dixwazin li fîlman temaşe bikin û hevpeyvînan bişopînin dikarin xwe li navnîşanda filmmor.org qeyd bikin û bi vî rengî lê temaşe bikin.