Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê pêk hat doh bi dawî bû. Festîvalê di 30’ê Cotmehê de dest pê kiribû û gelek fîlm hatibûn nîşandan.
Di festîvalê de 34 fîlmên dirêj û kurt û dokûmanterên derhênerên ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di nava hefteyekê de hatin nîşandan.
Her wiha galaya Elmanyayê ya fîlmê “Sister in arms” ê li ser têkoşîna jinan a li Rojava û promiyera dinyayê ya fîlmê “Berfîn” ê li çiyayên Kurdistanê hate amadekirin li Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê hatin kirin.
Di festîvalê de ku îsal cara 10’an pêk hat, rewşa sînemaya Kurd bi çar panelan hate nirxandin.
Gelek derhêner û lîstikvanên naskirî û xwedî xelat Fatîh Akin, Nazmî Kirik, Ekrem Heydo, Sahîm Omar Xalîfa, Kazim Oz, Azîz Çapkûrt, Bîlal Bûlût, Ahmet Irmak tevlî festîvalê bûn.