FEY-KURD’ê bang li hikumeta Danîmarka û Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku li dijî êrişên terorî yên dewleta Tirk ên li ser kampa Mexmûrê helwestê nîşan bidin.

Navenda Civaka Kurd a Danîmarkayê (FEY-KURD) bi sernavê “Êrişên barbarî yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan rawestînin” daxuyaniyek da û daxuyanî li rojnameya Arbejdarenê hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demekê de ku dinya bi vîrûsa koronayê re mijûl e dewleta Tirk bi rengekî zalimane şerê xwe yê li dijî Kurdan didomîne.

FEY-KURD’ê banga agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist û diyar kir ku tevî vê yekê jî dewleta Tirk 15’ê Nîsanê bombe li Kampa Mexmûrê barandin. FEY-KURD’ê diyar kir, “Em êrişên terorî yên Tirkiyeyê ku bi rengekî barbar bir ser Kurdên ji êrişên wan reviyan şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de bang li Danîmarka û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku ji bo bidawîkirina êrişan zextê li rejîma Erdogan bike.

FEY-KURD’ê bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî kir ku ambargoya li ser Mexmûrê rake û dawî li hevkariya bi hikumeta Erdogan re bîne.