Li gorî rejîma Îranê hejmara qurbanî û nexweşên vîrûsa koronayê kêm bûye. Ji ber fikarên li ser aboriyê tevdîra mayina li malê hate sistkirin. Li Tehranê li pêşiya buroyên dowîzê rêzên ji mirovan çêbûn. Fikar ji pêleke nû ya vîrûsê tê kirin.
Li Îranê heta roja Yekşemê li gorî daneyên fermî 107 hezar û 603 kes bi vîrûsê ketin û 6 hezar û 640 kesî heta niha jiyana xwe ji dest dane. Di bîlançoya fermî de hejmara qurbaniyan rojane kêm dibe. Îran tevî vê yekê jî li Rojhilata Navîn ew welat e ku di bin bandora herî giran a vîrûsê de ye. Pispor, mûxalîf, her wiha hin rayedarên xwecihî yên rejîmê dibêjin ku bîlanço kêm tê nîşandan.
Teknisiyekî laboratûwara li Gulistan a li eyaleta bakur rojhilatê Tehranê got, “Hikumet hewl dide statîstîkan daxîne û îdîa dike ku rewş asayî dibe. Her Îraniyek dikare ji we re bêje ku ev derew e. Kes bi hejmara rastî nizane, doktor jî.”
BÎLANÇOYA RASTÎ GELEKÎ METIRSÎDAR E
Li gorî rojnameya Oûest-France, navenda lêkolînan a Parlamenta Îranê di raporeke xwe de ya beriya sê hefteyan diyar kir ku statîstîkên tên ragihandin tenê yên têkildarî mirovên li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest didin, hejmara rastî ya qurbaniyan 80 ji sedî ji bîlançoya tê eşkerekirin zêdetir e. Du lêkolînerên Îranî yên li DYE’yê ne, sîmûlasyonek pêşkêş kirin û li gorî vê yekê heta 20’ê Adarê zêdeyî 15 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî bîlançoya mûxalîfên li sirgûnê jî heta 10’ê Gulanê li 315 bajaran zêdeyî 40 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî heman çavkaniyan, ji van qurbaniyan 6 hezar û 750 li Tehranê, 3 hezar û 330 li Kûmê, 2 hezar û 702 li Huzistanê, 1250 li Gulistanê, 1050 li Hamedanê, 1045 li Loristanê (Rojhilatê Kurdistanê) û 650 li eyaleta Kurdistanê (Rojhilatê Kurdistanê) jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên fermî vîrûs li Îranê meha Sibatê eşkere bû. Dibistan, zanîngeh, sînema, stadyûm û deverên din ên kombûnê ji meha Adarê ve hatin girtin. Lê belê ji ber zexta aborî ji 11’ê Nîsanê û pê ve li hin eyaletan, piştre jî li Tehranê qadên bazirganiyên qonax bi qonax hatin vekirin.
RÊZÊN BÊMASKE, BÊTEVDÎR
Li gel rewşa tirsnak jî di serî de li paytext Tehranê li gelek herêman mesafeya civakî hate binpêkirin û rêzên ji mirovan çêbûn. Karmendekî trafîkê ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku wî li gelek taxên Tehranê heman rewş dîtiye. Rêzên ji mirovan bi taybetî li pêşiya buroyê dowîzê çêdibin. Ji ber ku riyalê Îranê bêqîmet bûye û enflasyonê rû da, Îranî bi giranî berê xwe didin Euro yan jî Dolar. Wezîfedarekî 22 salî yê li navenda bazirganiyê ya li nêzû buroyeke dowîzê dixebite got, “Ev muşterî hemû jiyana me dixin metirsiyê. Em jî neçar in bên kar.”
Şêniyên Tehranê bi fikar in ku bi sistkirina tevdîran re pêleke nû rû bide. Li welatê ku krîza aboriyê lê giran bûye, derfet û hêza mirovan kêm bûye, xizanî mezin bûye, maske bi buhayekî zêde tên firotin. Kesê bi navê Mûhammed ê 58 salî ku rûyê wî vekiriye, diyar kir ku maske gelekî buha tê firotin, her sibeh jî neçar dimîne li otobusên tijî ne siwar bibe. Mûhammed dibêje, “Divê maskeyan bêpere li mirovan belav bikin.”
Hesabgira 30 salî Zehra jî diyar kir ku tenê nîvê nifûsa Tehranê li gorî tevdîrên tenduristiyê tevdigerin. Zehra got, “Ya mirov henekê xwe dikin, ya jî sebra wan li bikaranîna maskeyê nayê.”
VÎRÛS GUH NADE TALÎMATÊN SEROKKOMAR
Mûxalîf dibêjin ku ji belavbûn û kujeriya vîrûsê ya di vê astê de, rejîm berpirsyar e. Rejîma Îranê destpêkê vîrûs veşartibû, ji ber ku belav bû neçar ma eşkere bike û tevdîran werbigire. Heman nerazîbûn ji nava rejîmê jî tê.
Rojnameya fermî Mustaqel dibêje, “Hikumet her roj planên nû pêşniyar dike, piştî rojekê jî red dike.” Rojname di nivîseke xwe de ya 9’ê Gulanê wiha dibêje, “Mirov li pêşberî vîrûsê bi tena serê xwe hatine hiştin û kes nizane navenda têkoşîna li dijî vîrûsê çi dike. Tenê Serokkomar hewl dide her tiştî bi lez û bez asayî bike. Lê belê vîrûs guh nade talîmatên Serokkomar.”