Şerê Rûsyayê yê li hemberî Ukraynayê bû sedem ku Fînlandiya û Swêd di mijara endmabûyîna NATO’yê de nîqaşan bikin.

Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marîn ku serdana Swêdê kir ragihand ku ew ê di demek nêz de biryara xwe ya endamtiya muhtemel a NATO’yê bidin.

Marînê bibîr xist ‘Çend hefte, ne çend meh’.

Marînê ku têkildarê tercîhên xwe daxuyaniyeke zelal neda, bal kişande ser “awantajên” endambûna tifaqa leşkerî.

Her wiha Marîn îdia kir, “ji xeynî çarçoveya hevpar a parastin û astengkirinê ya ku bi xala 5’emîn a NATO’yê hatiye garantîkirin, ti rêyek ji bo garantiya ewlehiyê tune ye.”

Roja Çarşemê li parlamentoya Fînlandiyayê gotûbêjên li ser wê yekê ku Fînlandiya bibe endamê NATOyê yan na destpê kir. Li aliyê din rêveberiyê diyar kir ku ew ê heta destpêka havînê biryarê bidin.

Tê payîn ku NATO di 29 û 30’ê Hezîranê de li Madrîdê civîneke bilind li dar bixe.

Swêd jî derbarê endametiya NATO’yê danûstandinan dike. Çend hefte berê serokê rastgir ê Swêdê Jîmmîe Akesson jî li dijî behskirina endamtiya NATO’yê bû. Akesson di 9’ê Nîsanê de bi daxuyaniyeke berevajî vê yekê gotibû ku eger Fînlandiya biryarê bide ku bibe endamê NATO’yê, ew ê piştgiriyê bidin namzetiya Swêdê.