Walîtiya Colemêrgê li 30 deverên bajar û navçeyên Colemêrgê ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ îlan kir û ketin û derketin qedexe kir.

Li navend û navçeyên Colemêrgê, 30 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.

Walîtiya Colemêrgê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li navenda bajêr, navçeyên wê Çelê, Şemzînan û Geverê li 30 herêmî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatiye îlankirin û ji 21’ê Cotmehê heta 04’ê Mijdara 2018’an ketin-derketina van herêman hatiye qedexekirin.