‘Forûma Wekheviyê ya Nifşan’ ku ji aliyê Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) ve tê lidarxistin û tê payin ku bibe wesîleya afirandina konvansiyoneke girîng di wekheviya jin û mêr de, wê îsal di navbera 30’ê Hezîranê û 2’ê Tîrmehê de li paytexta Fransa Parîsê pêk were.
Dîrektora Bicihanînê ya UN Women Phîmzîle Mlambo-Ngcûka û malovan Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi wesîleya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ji forûmê bi hêvî ne.
Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku Forûma Wekheviyê ji bo angamanên ‘armancên şênber û domdar’ divê bibe wesîle û hate ragihandin ku di mijara wekheviya jin û mêr de pêwîste pêşketinên girîng bi dest bixe.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şewba Covîd-19 newekhevî jî zêde kiriye û bi taybetî di têkoşîna dijî şewbê de jinan cihê xwe li refên herî pêş girtine.
Forûma ku wê ji aliyê UN Women ve bê lidarxistin, wê îsal di salvegera 25’an a Bernameya Çalakiyê ya Pekînê de pêk bihata. Lê belê forûma ku wê li Parîsê were lidarxistin, ji ber şewba Covîd-19 taloq bûbû.
Di forûmê de, mijarên mafê wekhev ê perwerdeyê ji bo zarokên keç, hukmê jinê li ser bedena xwe, têkoşîna li dijî tundiya li jinê, zêdekirina derfetên aborî û civakî û cihgirtina jinan li nava mekanîzmayên biryardanê de, wê bi giranî bên nirxandin.