Artêşa Tirk a dagirker di van du rojên borî de bi tank û topavêjan herdu kantonên Kobanê û Girê Spî topbaran kirin û di encamê de endamekî Hêzên Erka Xweparastinê ku parastina sînor dikir şehîd bû.

Girêdayî vê mijarê Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif di gotareke xwe de ku li ser rûpela xwe ya Facebook’ê weşandiye diyar kir ku ev êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê xizmeta dirêjkirina temenê DAIŞ’ê di Sûriyeyê de dike.

Foza destnîşan kir ku êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî QSD’ê ku şerê çeteyên DAIŞ’ê dike tenê xwedî wateyekê ye û ew jî bala QSD’ê ji şerê tunekirina DAIŞ’û li devera dawî ya rojhilatê Firatî belav bike û wiha domand: “Ji ber vê yekê bi qasî ku Erdogan dijberiya QSD’ê dike di heman demê de dijberiya Koalîsyona Navnetewî û pilana Pentagon a tunekirina DAIŞ’ê jî dike.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif di dawiya gotara xwe de bang li Hêzên Koalîsyona Navnetewî kir ku helwesta xwe li hemberî van êrîşan zelal nîşan bidin an jî rewş dê dijwartir bibe û derfet ji DAIŞ’ê re peyda bibe ku hêza xwe ji nû ve vejîne.