Jean-Yves Le Drîan ji rojnameya Le Monde re axivvî, bersivek da pirsa li ser hevalbendiya hevnegir a Tirkyiê û ya li ser mijara ‘tabûya Tirk’ a li nav NATO’yê.
Drîan got, ”Di demeke wiha nazik de ku peymanên mezin ên li ser girtine çekên dema Şerê Sar hildiweşin, li ser hedefên domdirên ên Hevalbendan û stratejiyên wan rapirsînek heye.”
Wezîrê Karê Derve got: ”Em bi vê çarçoweyê tevgerên Tirk didin ber pirsan. Li aliyekî ku pergala berevaniya hewayî ya Rûs hildibijêre û li aliyekî hebûna wê ya li nav NATO’yê, li Libyayê ji bo ku tevlî nav şer bibe transferkirina proksiyên Sûriyê û li Misratayê seferberkirina derfetên girîng (keştî, drone..); bûna mijara şantajê ya koçberan, li rojhilatê Deryaya Spî keştî û ji aliyekî ve hebûna wê ya li nav NATO’yê, ji aliyê dî ve qadên ku dike yê xwe, anîna wê ya ser rewşa ewle…Ev hemû pir zêde dibin! Dema ku Tirkiye piştevanî xwest her wiha divê ser van mijaran zelal bike. Ev nehate kirin, pandemî rê nade vê lê nikare ji vê zelalbûyinê mirov nikare bireve.”