Wezîrê Parastinê yê Fransa ragihand ku wan li peravên rojhilatê Erebistana Siûdî sîstemeke ya radarê bi cih kirine.

Fransa Îranê ji êrîşa ku meha Îlonê ya bi fuzeyên balîstîk û drona ya li ser tesîstên petrolê yên Erebistana Siûdî berpirs nîşan dabû. Hikûmeta Fransa wê demê soza ewlekariyê dabû Qiralyeta Siûdiyê.

Wezîrê Parastinê yê Fransa Parly ê dawiya meha Mijdarê serdana bajarê Manama ya Bahreynê kir, diyar kiribû ku wê li ser Kendavê sîstema hişyariyê ya teknolojiya pêşketî danin û li gel vê jî radareke taybet a pêşîgirtina li êrîşan jî bi cih bike.

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron têkildarî vê mijarê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku wê ev mekanîzma wê sûd bide ‘ji nû ve destketina ewlekariyê’ ya Qiraltiya Siûdiyê.