Piştî êrîşa 13’ê Cotmehê ya li bajarê Arras ê Fransayê, li Qesra Elyseeyê civîneke ewlehiyê hat lidarxistin.
Wezîrê Karên Hundirîn Gérald Darmanîn piştî civînê daxuyanî da û diyar kir ku hikûmet dixwaze dersînorkirina 193 welatiyên biyanî yên “radîkalîzebûyî” bilez bike.
Çavkaniyên wezaretê ji AFP’ê re gotin ku ji 193 kesan 85 jê di dosyaya kesên radîkal (FSPRT) de cih digirin, dibe ku êdî ne li Fransayê bin”.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku ji bo van kesan daxwaza “kontrolkirina bûyeran” hatiye kirin.
Derdora wezîr diyar kir ku ji waliyan jî hatiye xwestin ku ji bo 2 hezar û 852 kesên ku bi qanûnî li FSPRT’ê qeydkirî ne “lêkolînek kûrtir” bikin.
Rayedaran destnîşan kirin ku ji 4 hezar û 263 biyaniyên ku bi qanûnî û qaçax li wir in, bi giştî 20 hezar û 120 kes li FSPRT’ê qeydkirî ne.
Li gorî hikûmetê ji sala 2015’an û vir ve 922 kesên ku li FSPRT’ê qeydkirî ne hatine dersînorkirin.
Gerald Darmanîn jî roja Duşemê ragihand ku ji destpêka şerê bi êrîşên Hamasê yên li ser Îsraîlê di 7’ê Cotmehê de heta niha 102 kes ji ber kiryarên antîsemîtîk an pesnê terorê dane, hatine binçavkirin.
Wezîrê Karên Hundirîn ev tişt anî ziman:
“Tenê danê sibê, DGSI (Desteya Giştî ya Ewlekariya Hundirîn) 2 kes binçav kirin, yek li rojhilatê Fransayê û ya din jî li başûrê rojavayê Fransayê.”
Wezîr da zanîn ku ji 102 kesên hatine binçavkirin 27 kesên biyanî ne û 11 kes jî niha di binçavan de ne yan jî li girtîgehê ne.
Wezîr Darmanîn got:
“Min xwest ku bi awayekî sîstematîk destûra rûniştina kesên ku bi awayekî qanûnî li Fransayê dijîn bê rakirin.”
Êrîşa 13 cotmehê li bajarê Arrasê ji aliyê ciwanê Çeçen Mihemed Mogoûçkov ê 20 salî ve hat kirin.
Piştî êrîşê 11 kes hatin binçavkirin. Di nav wan de du birayên êrîşkar, xwişkek, dayika wî û apê wî jî hene.
Her wiha yek ji birayên wî yên girtî jî di heman çarçoveyê de tê lêpirsînkirin.
Bavê êrîşkar di sala 2018’an de ji ber Îslamiya radîkal hatibû dersînorkirin. Birayê wî di sala 2023’yan de ji ber ku plana êrîşa li nêzî serokkomariyê zanibû lê negotibû 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştre jî heman kes ji ber pesindayîna terorê hat ceza xwar.
FSPRT çi ye? Beşeke ku piştî êrîşa terorîstî ya DAIŞ’ê a li dijî kovara Charlie Hebdo ya li Parîsê, di adara 2015’an de hate avakirin.
Dosyaya pratîkkirina raporên lêkolînkirina bergiriyên tarorîzma radîkalbûyî. Beşeke daneyan giredayî Yekîneya Koordtînasyona Dijteror e