Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di serdana Qibrisê de ji bo jinûve vekirina bajarê Varoşa (Mereş) ku 46 sal in girtî ye, çareseriya bi rêya ‘du dewletan’ ferz kir. Fransa li ber vê yekê rabû.
FRANSA: PROVOKASYON E
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê de hate gotin, “Fransa ji vê gava yek alî ya provokasyonê gelekî xemgîn e ku baweriya bi destpêkirina danûstandinên ji bo çareseriyeke mayinde ya pirsgirêka Qibrisê asteng dike û zerarê dide van hewldanan.”
BLÎNKEN ŞERMEZAR KIR
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken jî li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got, “Em vê ragihandinê şermezar dikin ku li biryarên Neteweyên Yekbûyî nayê, ne ya qebûlkirinê ye û ne li gorî sozên ji bo dewamkirina danûstandinan e, ku dixwaze hin ji beşên Maraşê bixe bin kontrola Tirkan. Em dixwazin ku ev biryar û gavên ji Cotmeha 2020’î û vir ve hatine avêtin, bên vegerandin.”
BORRELL: NAYÊ QEBÛLKIRIN
Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlekariyê û Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell jî destnÎşan kir ku jinûve vekirina Maraşê nayê qebûlkirin.
Dewleta Tirk sala 1974’an bi zora leşkerî Qibris dagir kiribû. Beriya vê dagirkeriyê, ji sedî 53 ê hatineya tûrîzma giravê ji Varoşayê bû.