Li ser navê Wezareta Karên Derve yê Fransayê Agnes Von Der Mol bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a li ser sînorên Iraqê metirsîdarin û banga lêkolîna rastiya wê kir.
Agnes Von Der Mol di heman demê de dazanîn ku di 16’ê Tîrmeha bihorî de bi hevpîşeyê xwe yê Iraqê re li Bexdayê hevdîtneke pêkaniye. Her wiha destnîşan kir ku Fransa bi serweriya Iraqê re ye û her cûre destwerdanên li ser serweriya wê şermezar dike.