Rojnameyê ev analîza xwe spart daneyên dawî yên Enstîtuya Statîstîkan a Neteweyî ya Îngiliz. Dane ji aliyê rojnameya aborî FT ve hate lêkolîn.
Enstîtuyê hejmara mirovên li derveyî nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan tevlî daneyên fermî kir û bi vî rengî ragihand ku hejmara qurbaniyan dibe ku gihîştibe 41 hezar kesî. Daneyên Wezareta Tenduristiyê li gorî daneyên nexweşxaneyan tên amadekirin.
Li gorî daneyên dawî yên rayedarên tenduristiyê li nexweşxaneyên li welêt 17 hezar û 337 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara mirovên bi nexweşiyê ketine jî zêdeyî 130 hezar kes in. Li tevahiya cîhanê zêdeyî 177 hezar û 500 kesî ji ber pandemiya Covîd-19 jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 2 milyon û 565 hezar kes jî bi nexweşiyê ketine. Lê belê ji ber ku li gelek welatan test kêm tên kirin, tê texmînkirin ku hejmara rastî gelekî zêdetir e.