Piştî felaketa nukleerî ya herî mezin a dîroka Japonyayê, bajarên Fûkûşîma, Tomoîka, Namîe, Okûma û Fûtaba yên li dora santrala nukleerî Fûkûşîma Daîîchî hatibûn valakirin. Li gorî strastîstîkên rfermî, ji 95 hezar kesên ji Fûkûşîma hatin veuhastin, heta 31’ê Kanûna 2019’an tenê 20 ji sedî vegeriyan bajêr.
Lê belê rêjeya mirovên li bajarên din vegeriyane kêmtir e. Kes li Fûtaba venegeriyan, li bajarên din jî bi rêjeya 2 heta 8 ji sedî yê mirovên hatin veguhastin vegeriyan.
PIRANIYA WAN DI SER 70 SALÎ RE NE
Di serî de qadên daristanî hîn jî gelek herêm ji madeyên radyoaktîf nehatine paqijkirin. Li gorî statîstîka projeyeke pisporên Japon û Fransayî, piraniya kesên vegeriyane di ser 70 salî re ne.
Pispor texmîn dikin ku bi hezaran kesên ji bo paqijkirina santrala Daîîchî û derdora wê ji madeyên radyoaktîf dixebitin, wê vegerin herêmê.
Di sala 2011’an de ji ber felaketa tsûnamî ya li Pasîfîkî 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê bi hezaran kesî careke din nehatibû dîtin. Felaketa tsûnamî ku li hin deveran gihîşt heta 10 metreyî, li santrala nukleerî ya li Fûkûşîma xistibûn. Piştî felaketê, Japonyayê biryar dabû ku santralên nukleerî bigire.