Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabriyêl der barê çarenûsa çeteyên DAIŞ‘ê yên li gel QSD‘ê girtî ne, ji ajansa me re axivî.
Gabriyêl, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di pêngavên QSD‘ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek çeteyên DAIŞ‘ê û alîgirên wan hatin girtin û ev tişt got:”Piştî lêpirsînê derket ku hinek ji wan hatine xapandin û destê wan di rijandina xwîna sivîlan de tune ye, her wiha hinek ji wan bi çetayetiyê hatine tawanbarkirin, ew kes bi hevkariya rûspiyên herêmê re hatin berdan.”
Kîno Gabriyêl eşkere kir ku di navbera 700 – 800 çeteyên biyanî de li gel QSD‘ê girtî ne, di nav de jin û zarok hene û destnîşan kir ku ew çete di girtîgehên taybet de ne, bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têne parastin.
Berdevkê QSD‘ê anî ziman ku lêpirsîna wan çeteyan berdewam e û wiha dewam kir: “Bi lêpirsînê em hewl didin agahiyan ji wan bigirin ku fêde li şerê me yê li dijî terorê bike.”
Kîno Gabriyêl, têkildarî sedema ku dewletên biyanî çeteyên xwe yên ku beşdarî DAIŞ‘ê bûne pêşwazî nake got: “Gelek sedem hene, nahêle ku ew dewlet daxwaza wergirtina welatiyên xwe yên çete bikin. Hin sedem qanûnî ne û hin burokratîk in, hindek jî girêdayî qanûnên wan dewletan in. Ji ber ku ew çete yekser sûc li welatê xwe nekirine, lewre dewlet nikarin li ser sûcên li derve kirine wan li welatê xwe darizînin. Her wiha tu belge tune ne ku îspat bike bê ev kes DAIŞ‘î ne.”
‘Hin merc hene nahêle ku em wan çeteyan darizînin’
Gabriyel diyar kir ku hemû çeteyên li gel wan DAIŞ’î ne û sedema nedarizandina wan ji aliyê QSD‘ê ve wiha rave kir:”Hemû çeteyên li gel me girtî DAIŞ‘î ne. Hin ji wan li Sûriyeyê sûc nekiriye. Ji ber ku li Iraqê bûn û li ser sînor hatine girtin. Ew dê çawa werin darizandin? Her wiha civaka navdewletî heya niha îtîraf bi dadgehên me nekirine, wê demê em ê çawa kesên biyanî li gel xwe darizînin. Em ê van kesan bi ku derê ve bibin an bişînin.
Li aliyekî din pêwîstiya ma bi gelek derfetan heye da ku wan çeteyan û malbatên wan li gel xwe bihêlin. Her wiha li gel me cezayê înfazê tune ye ji ber ku em bi jiyana her mirovekî bawer in.”
Der barê çeteyên Iraqî yên ku li Iraqê sûc kirine Gabriyêl diyar kir ku pêşniyarên wan hene ku wan vegerînin Iraqê.
Kîno di nava axaftina xwe de wiha got: “Ji bo darizandina çeteyan, nêrîn û pêşniyar hene, ew e ku dadgeheke navdewletî taybet bi terorîstan were avakirin, heger li Bakurê Sûriyeyê be yan li Iraqê be, ew kesên ku der heqê mirovan de, li Iraq û Sûriyeyê sûc kirine divê bi rêya vê dadgehê werin darizandin.”