Li bajarê Newport ê Gallerê, greva birçîbûnê ya Kurdistaniyê bi navê Îmam Şîş 47 roj in dewam dike. Kurdistaniyên li Gallerê tevî dostên xwe serdana Şîş dikin û wî bi tenê nahêlin.
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan, li gelek welatan grevên birçîbûnê bi tevlîbûna çalakgerên nû dewam dikin. Kurdistaniyê bi navê Îmam Şîş ê li Gallerê di greva birçîbûnê de ye, tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên jihalketin, êşa serî û kêmbûna şekir xwedî moraleke bilind e. Şîş li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Newportê yê Gallerê serdana Kurdistaniyan qebûl dike. Şîş dema ku serdana Kurdistanî û dostên wan kêm be pirtûkê dixwîne û bûyerên rojane ji nêz ve dişopîne. Her wiha car carna tevlî weşanên saziyên çapemeniyê dibe û qala armanca çalakiya xwe dike.
Serdanên ku danê nîvro dest pê dikin heta derengiya şevê dewam dikin. Ji Galler û gelek bajarên cuda yên Îngilîstanê mirov serdana Şîş dikin. Şîş ji mirovên tên serdana xwe re nêrînên xwe yên derbarê pêvajoyê de radigihîne diyar dike, wan berdêl dane pêş çavên xwe û wê teqez bi ser bikevin.
Şîş işaretê bi pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd dike û dibêje: “Pirsgirêkeke giran a newekheviyê heye. Cografya Kurdistanê hatiye dagirkirin, li Efrînê bi sedan hezar kes ji cih û warên xwe hatin kirin, bi sedan mirov hatin kuştin. Gefên li ser Rojava dewam dikin. Di rewşeke wiha de ku metirsî û êrîş ewqasî mezin in û tecrîdkirina Rêber Apo hatiye girankirin, nabe ku mirov mîna ku her tişt asayî ye jiyana xwe bidomînin. Gelo em çawa dikarin vê bêrûmetiyê qebûl bikin? Na, em ê vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Daxwaza me civakî ye, daxwaza me mafdar e, daxwaz bi milyonan mirovî ye. Ji ber vê yekê îdîaya me mezin e, berxwedana me mezin e û em ê bi ser bikevin.”



