Li Sûriyeyê êdî şer û alozî ber bi dawiyê ve diçe. DYE û Rûsya li ser gelek mijaran li hevdû kirine. Di encama vê lihevhatinê de li pir cih û waran dawî li şer hat û bermahiyên van terorîstan hemû kişandin Idlibê.
Niha li Idlibê weke boxçika çil pîne, ji her rengên barbar, wehşî, kesên xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê anîn li vî bajarî mexel kirine. Weke garanek sewalên, qantirên şemûz ku her roj li sitûyên hev siwar dibin û li hevdu dixin, hevdû birîndar dikin û heta dikujin jî. Gavanê vê garana sewalên hov jî R.T.Erdogan e.
Berê jî gelek caran dihat gotin ku ev dê li serê xwediyê xwe bibin bela. Niha ev guman rast geriya ye. Eger ne wisa ba wezîrê kar û barê derve Çavuşoglû û serokê MÎT’ê Hakan Fîdan, di 10 rojan de 5 caran nediçûn Moskovê û nedihatin.
Rûsya û rejîma Sûriyeyê niha xwe amade dikin ku êrîşê bibin ser Idlibê. Eger ev bajar û ev kerî û garana terorîstan ji dest Receb derkeve, hemû planên wî yên êrîşkariyê ber avê diçin. Hêzên wî yên lêdanê û ji bo tirsê biafirîne ji dest derdikevin. Jixwe li hundur tengave. Hema hema hemû çekdarên xwe, bi pereyekî zêde ji çawişên pispor avakiriye. Leşkerî normal pir kêm bûye. Ev garana terorîstan, ji wî re weke xenîmeteke şer bû.
Lewma bi heyran-qurban diçe li ber Putîn digere da ku hinek temenê wan terorîstan li wir dirêj bike. Li gorî ku tê gotin dibêje gotiye ‘hema qe ne be 3 sewal wext bidin me û êrîş nekin ser van terorîstan.’
Lê belê diyar dibe ku halê Receb pir ne xweş e. Hema baz dide wi alî û vî alî, bi wî serokî re û bi yê din re bi telefonan diaxive.
Lê xuya dibe ku tu kes rû nadê. Xwest ku bi Macron re nava xwe xweş bike lê berevajî, niha Macron gotinên herî tal û tûj li dijî dewleta Receb bi kar tîne.
Bi şehîdxistina Mam Zekî Şengalî re, xwest Tevgera Azadiyê û Bexdayê û Tehranê û Moskovê bîne dijberî hev.
Ez bawer dikim bi tenê di destê wî de şantaja ku li gel Ruhanî û Pûtîn hevalbendiya xwe xurtir bikin maye.
Ez bawer nakim ku ev şantaj û planên Receb yek jî bigihêje armanca xwe. Ji ber ku yek jî jê ne realîst e. Mînak; li ser Sûriye û Iraqê tu delîlekî xurt nîne ku karibin demek dirêj bi hev re bimeşin. Bi tenê li ser dijberiya Tevgêra Kurdan dibin yek, lê niha ev mijar nikare hemû derdên wan derman bike.
Ji dostê wî yê stratejik DYE jî tu beşera xêrê diyar nabe, berevajî, lingê wî xistiye solek teng. Her roj ji herdu aliyan ve fortên xwe li hev zêdetir dikin. Li hember dolar û euro, lireyê Tirkiyeyê nikare xwe li ser pêya ragire. Her roj nirxê lireyê Receb dadikeve jêr. Zavayê xwe Berat Albayrak jî danî ser wezareta aborî û darayî lê dîsa jî çare ji ketina serberjêriya xwe re nikaribûn bibînin.
Bêguman a ji me tê xwestin, ne ku em li hêviya nakokiyên navbeyna wan bisekinin û hêviya rizgariya xwe, azadiya xwe ji wan bikin. Erê em ê ji nakokiyên navbeyna wan sûd werbigrin lê divê em bi xwe li ser plan, proje û felsefeya xwe bimeşin û em vê ji xwe re bikin bingeh. Ya me bi ser bixe ev dîtin û ev helwest e.
Weke Cîgerxwîn dibêje ‘Malên wan, ew ê bibe bela li serê wan’. Ez bawer dikim ev garan û keriyên terorîstan jî dê li serê Receb û hevalbendên wî bibin bela.
Şîrove – Ahmet Aktaş