Girtiyê bi navê Mesut Gokhan ku li Girtîgeha Kîlîsê tê girtin, ev du sale di hucreya yekkesî de tê girtin. Rêveberiya girtîgehê nahêle ku Gokhan bi tu girtiyan re hevdîtinê bike û Gokhan îşkence dikin. Birayê Gokhan, Agît Gokhan diyar kir ku mafê birayê wî yê nameyan tê binpêkirin û gardiyanan gefa ‘em ê gule berdin serê te’ li birayê wî xwariye
Zext û zordariya hikûmeta AKP-MHP’ê ya li ser girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam e. Di vê çarçoveyê de jî li dijî girtiyan hemû binpêkirinên dijmirovî di meriyetê de ne. Girtiyê bi navê Mesut Gokhan ku li Girtîgeha Kîlîsê dimîne, bi rêya malbata xwe agahî dan û diyar kirin ku gefa kuştinê li wî tê kirin.
Mesut Gokhan ku li Girtîgeha Kîlîsê ev 2 sale bi tenêya serê xwe di hucreya yekkesî de dimîne, bi rêya telefonê xwe gihand malbata xwe û pêkanînên li girtîgehê ku rastî tên, parve kirin. Gokhan da zanîn ku rastî lêdan û gefên gardiyanan hatiye. Gokhan di berdewamê de jî diyar kir ku rastî gefên kuştinê hatiye. Der barê mijarê de jî birayê wî Agît Gokhan diyar kir ku birayê wî di bin gefa kuştinê de ye.
Ev du sale di hucreya yekkesî de ye
Gokhan daxuyand ku li hemberî vê rewşê wan bi dehan caran serî li Serdozgeriya Komarê daye û wiha domand: “Lê heta niha tu encam jê derneketin. Dema yekem car Mesut birin girtîgehê, lêgerîna tazî li ser ferz kirin. Ji ber ku Mesut ev yek qebûl nekir, rastî lêdanê hat. Birayê min ev du sale di hucreya yekkesî de tê girtin û rastî gefa kuştinê tê. Her tim jî rastî cezayê disiplînê tê û tê tecrîdkirin.”
Nahêlin bi girtiyan re hevdîtinê bike
Di dawiyê de jî birayê Mesut Gokhan, Agît Gokhan ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku birayê min name xwestin, name nedan wî û gef li wî xwarin. Destûr nadin ku birayê min bi girtiyên din re hevdîtinan bike. Gardiyan her dem gefên kuştinê li wî dixwin. Gardiyan her dem ji birayê min re dibêjin ‘Tu terorîstî. Em dê gule berdin te.