Di 10’emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Luganoyê (Swîsre) de “Xelata Fîlmê Herî Baş û Mafên Mirovan a 2023’yan” ji bo fîlmê “Gava Şitil Mezin Dibin” ku li Rojava hatiye kişandin hate dayîn.

Jûriya Festîvalê der barê fîlm de ev daxuyanî da:

“Fîlmek ku bi derfetên kêm lê bi baweriya teqez bi hêza cewherî ya sînemayê hatiye çêkirin.”

Merasîma xelatdayînê roja Şemiyê hat lidarxistin. Derhênerê fîlm Rêger Azad Kaya ji ber şert û mercên şer û zehmetiyan nekarî beşdar bibe, peyamek bi dîmen şand.

Di peyama xwe de xelata bo fîlm hate dayîn diyarî sivîlên di şer de hatine qetilkirin kir.

Kaya spasiya juriyê kir û got:

“Em bi armanc û hêviya avakirina cîhaneke baş hatin gel hev. Em gelek bextewar in. ”

Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ roja şemiya borî jî li “Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Bangkokê” xelata ‘fîlmê herî baş’ wergirt; Ev mezintirîn festîvala navneteweyî ya fîlman li başûrê rojhilatê Asyayê ye.

Fîlmê’Gava Şitil Mezin Dibin, di sala 2022’yan de li Rojava , hatiye çêkirin, 83 deqîqe

Derhêneriya fîlmê bi kurdî Rêger Azad Kaya ye.

Lîstikvanên sereke jî Ahmet Arîf Hecano, Sîba Mihemed Elî, Mistefa Mihemmed Elî

RÊGER AZAD KAYA KÎ YE?

Rêger Azad Kaya, derhênerê fîlmê Gava Şitil Mezin Dibin, di sala 1992’an de li Agirî ji dayik bûye. Li Zanîngeha Akdenîzê beşa Radyo-Televizyon û Sînemayê xwendiye. Paşê çû Rojava û kurtefîlm û belgefîlm kişand. Rêger Azad Kaya hê jî li Rojava ye û xebatên xwe yên sînemayê didomîne.