Li dijî desterserkirina Şaredariya Colemêrgê, gel bi endamên DEM Partiyê re çalakiya nobetê dane destpêkirin.
Gel bi dirûşmeyên “Zext nikarin me rawestînin” li pêş şaredariyan nobetê digirin.
Li Amedê, li pêşiya avahiya şaredariya Amedê, navçeyên Rezan, Peyas, Bajara Nû, Sûr û Bismilê çalakiyên nobetê hatin destpêkirin.
Hevşaredar, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yê navend û navçeyan û gel, di çalakiyê de cih girtin.
Polîsan li Peyasê, xwestin dirûşmeyên gel asteng bikin, girseya gel bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî polîsan dan.
Li Sêrtê jî, li ber avahiya şaredariya bajêr pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin desteserkirinê” hate daleqandin.
Hevşaredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi, parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş û gel, di çalakiya nobetê de cih girtin.
Li şaredariyên Misircê û Ziyaretê jî çalakiyên nobetê hatin destpêkirin.
Li Êlihê jî, gel û rêveberên DEM Partî û hevşaredar, li pêşiya avahiyên şaredariyê dest bi nobetê kirin.
Gel bi dirûşmeya “Zext nikarin me rawestînin” nobetê digirin.