NAVENDA NÛÇEYAN – Li tevahiya Tirkiyeyê 57 milyon 58 hezar û 636 hilbijêr wê îro di ji bo hilbijartina xwecihî di 194 hezar 390 sindoqan de dengên xwe bikar bînin. Li 32 bajaran dengdayîn saet di 07.00’an de dest pê kir. Li bajarên din jî saet di 08.00’an de dengdayîn dest pê kir. Tirkiye ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ku ji bo 5 salan rêveberên xwe yên herêmî hilbijêrin diçe ser sindoqan. Di hilbijartinê de 57 milyon 58 hezar û 636 hilbijêr wê îro di ji bo hilbijartina xwecihî di 194 hezar 390 sindoqan de dengên xwe bikar bînin. Li gorî biryara YSK’ê li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwaz, Trabzon, Dersim, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê û li girtîgehên van bajaran saet ji 07.00’an ve degndayîn dest pê kir û wê dengdayîn saet di 16.00’an de temam bibe. Li bajarên din jî saet di navbera 08.00-17.00’an de dê deng bên bikaranîn. Parve bike:
Gel li ser sindoqan e: Dengdayîn dest pê kir
