Li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û êrîşên li ser sivîlan gelê Dirbêsiyê got, ”Em ê xaka xwe bernedin. Heke Erdogan Kurdekî bikuje, wê bi hezaran Kurd li pêşberî xwe bibîne.”
Piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê hewldanên êrîşê yên li ser Dirbêsiyê zêe bûn. Gelê Dirbêsiyê got, ‘Em xaka xwe bernadin û vegerin Serêkaniyê.”
Cîhan Derwêş a ji Dirbêsiyê got, ”Heta niha ji ber ti êrîşê me cihê xwe berneda û ji niha û pê de jî wê nikaribin bibin ku em cihê xwe berdin.”
Derwêş got, ”Heta niha li dijî gefên Erdogan em li kuçeyan bûn. Her carê gef li me dixwar û êrîş dianî. Niha jî ji bo ku gel cihê xwe berneda komkujiyan dike. Niha bi çekên kimyewî zarokan, jinan, yixtiyaran dikuje. Niha Erdogan çi ji me dixwaze?
Dibêjin ew dixwazin Kurdan tine bikin û ev 40 sal in şerê me dikin lê nikarin me biqedînin. Dema ku ew Kurdekî bikuje bi hezaran têne şûnê, bila wiha bizanibe. Li dijî zilma wî sed salî jî em ê şer bikin. Dema ku bomboyên fosforê yên qedexe bi ser vî gelî e avêtin çima kes li dijî wî nasekine û çima nabêjin van zarokan bi bombeyan çima dişewitînî.”
Derwêş bi domdarî got, ”Em baweriya xwe ne bi Rûsyayê û ne jî bi Emerîkayê tînin, em bawerya xwe bi hêza xwe tînin.”
Derwêş her wiha bang li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî kir û got, ”Ev qas êrîş têne ser me, heta niha ti şermezarî, daxuyanî nedaye” û got, ”Divê neyê jibîrkriin heke îro êrîş li ser Rojava hebe, sibe wê li ser Başûr û Bakur be.”
‘DIVÊ HER KES DI NAV HPC’Ê DE CIH BIGIRE’
Necva Abbasî jî 3 zarên wê li eniyê ne, di nav berxwedana rûmetê de ne. Abbasî got, ”Heke Erdogan bi tang û topan êrîşê bîne ser me em ê li ber xwe bidin û berevaniya xwe bikin. Çawa ku me Minbic û gelek bajarên xwe azad kirin, em ê dîsa wan ji nav xaka xwe derxînin. Nikarin me biqedînin. Her kes ji bo berevaniya li xaka xwe dive di nav HPC’ê de cih bigire û berevaniya xwe bike.”


