Bi rasthatina 25‘ê Mijdarê û bi armanca şermezarkirina binpêkirinên artêşa Tirk a dagirkerû çeteyên girêdayî wî yên li dijî jinên Efrînê bi sedan şêniyên Efrînê meşek li dar xistin.

Meşê ji qada gundê Til Qerah ê kantona Şehbayê dest pê kir. Di meşê de pankartên “Bi îradeya jina azad em ê dijmin têk bibin”, “Sonda me em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn”,” Jina azad civaka azad e”, “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e”,”Jina rêxistinkirî parezvana xwe ye û xwedî îrade ye”,”Roksan pêşenga me ye, Barîn sekna me ye, Avesta rihê me ye, Têkoşîn yekitiya me ye”, “Êrîşa li ser Efrînê êrîş li ser jinê ye”, “Efrîn xaka jinê ye, Efrîn jin e û jin Efrînê” û “Ji tundiya li ser jinan re na” her wiha navê şehîdên Berxwedana Serdemê hatibûn vekirin. Çalakgeran maskên bi resmên jin digirîn û diqîrin li xwe kiribûn.

Di meşa ku biçûk, ciwan û mezin beşdar bibûn alên Yekitiya Jina Azad a Şehbayê, Kongreyê û wêneyên qurbaniyên êrîşên faşîzmaya dewleta Tirk û xwişkên Mîreban hatibûn hildan. Her wiha dirûşmeyên şermezarkirina tindiya li ser jinan û silavkirina berxwedana jina azad hatin berizkirin.

Meş di kolanên gund geriyan û li ber dibistana seretayî ya gund rawestiya.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Endama Kongreya Star Emîna Dengelî axivî û diyar kir ku ew ku binpêkirinên ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê vey ê der heqê jinan de qebûl nakin û dê têkoşîna xwe di her qadan de dewam bikin. Emîna her wiha got: “Jinên Efrîn peyama girêdana bi xaka xwe ve dane cîhanê û got ew ê ji bo xak û rûmeta xwe berdêlên giranbuha bidin.”

Berdevka Yekitiya Jinên Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Cebo jî anî ziman ku jin ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî rastî şidetê tê, bêyî ku sûcdar bêne darizandin.

Rîhab bang li hemû jinên Sûriyê kir ku xwe bi rêxistin bikin û banga maf û azadiya xwe bikin.

Ciwanê bi navê Siyamend Mihemed ku beşdarî çalakiyê bibû bi rêya ajansa me şideta li dijî jinan ji aliyê arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî ve li Efrînê û herêmên dagirkirî şermezar kir û got: “Di encamên hişmenduya faşîzm a sûcdar de di serî de hişmendiya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî jin rastî her cure şidetê tên, ev yek di nava bêdengiyeke navdewletî rû dide, lê tu kes dengê xwe nake.”

Mihemed her wiha got: “Jin îro tundiya li ser xwe qebûl nake, ji bo bidawîkirina zulmê û daxwaza azadiya xwe têkoşînê dike. Wekî ciwan erka me ye ku piştgiriya jinan bikin, ji ber ku jin him dayik, him keç e û him jî xwişk e. Erka me ye destekê bibin jinan da ku bighêjin civakeke azad ji ber azadiya civakî ji azadiya jinê ye.”

Welatiya bi navê Rewşen Sîno jî tekez kir ku ew wekî jin tundiya li dijî jinan şermezar dikin, bi taybet tundiya ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne û diyar kir ku ji niha û şûde ew ê li hemberî zulmê bêdeng nemînin û bi felsfeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixin.

Dayika Nazilê ji aliyê xwe de bang li civaka navdewletî û jinên cîhanê kir ku kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan teşhîr bikin û sûcdaran darizînin.

Dayika Nazilê her wiha got: “Em ji faşîzmaya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê re dibêjin ku hîn nikarin îradeya me bişkînin, ji ber ku em li ser fikr û felsefeya Rêber Ocalan xwedî bûne. Em ê vî fikrî li her deverî belav bikin û li hemberî şerê taybet ên dewletên faşîst bisekinin.”

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jina azad û Berxwedana Serdemê bi dawî bû.