Bi hezaran welatiyên Hesekê ji hemû pêkhateyan bi dirûşmên dilsoziya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re xwepêşandanek li dar xist û destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê û bêdengiya civaka navneteweyî bi tundî şermezar kirin. Xwepêşanderan wiha got: “Efrîn, em heta mirinê bi te re ne.”
Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li herêma Efrînê de û ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê re bi hezaran welatiyên Hesekê daketin qadan û xwepêşandanek li dar xist.
Xwepêşander ji her deverê ber bi Çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer ve hatin û şaxên zeytûnê bilind kirin. Her wiha pankartên bi nivîsên erebî, kurdî û suryanî yên wekî “Na ji guhertina demografîk re li Efrînê”, “Em bêdengiya navneteweyî li hemberî Efrînê şermezar dikin” û “Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina giştî Sûriyeyê ji teror û dagirkeriya Tirkiyeyê ye” bilind kirin.
Di xwepêşandanê de sembolên saziyên sivîl û leşkerî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin. Xwepêşandan bi dirûşmên dilsoziya Berxwedana Serdemê ya Efrînê dest pê kir.
Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya komên çete yên girêdayî wê ji dema ku herêma Efrînê dagir kirine ve talan û hovîtiya xwe li dijî herêmê didomînin. Dagirker rojane welatiyên resen ên Efrînê dikujin û malbatên Efrînê koçber dikin û li şûna wan malbatên çekdaran bi cih dikin.
Xwepêşandan ber bi taxa El-Muftî ve herikî û xwepêşandêran bi dengên bilind dirûşmên wekî “Efrînê em heta mirinê bi te re ne” û “Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Efrîn” berz kirin.
Piştî ku xwepêşander gihaştin Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa El-Muftî deqeyekê rêzgirtin pêk hat. Paşê cîgirê hevserokê kantona Hesekê Dawûd Hec Elî axivî û berxwedana welatiyên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete silav kir û wiha got: “Em wek welatiyên Hesekê ji hemû pêkhateyan bi hemû hêz û derfetên xwe piştgiriyê didin Berxwedana Serdemê ya Efrînê.”
Hec Elî destdirêjî û hovîtiya dagirkeran der heqê welatiyên Efrînê de bi tundî şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û rê li pêş hovîtiyên dagirkeran bigirin.
Hec Elî pirsên xwe ji civaka navneteweyî kirin ku çawa li hemberî rewşa Idlibê sefer ber bûne û li hemberî hovîtiya li Efrînê jî bê deng in û da zanîn ku ev durûtî nîşan dide ku destê civaka navneteweyî di dagirkirina Efrînê de jî heye da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.
Xwepêşadan bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi dawî bû.