KOBANÊ – Bi deh hezaran gelê Kobanê bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Keça fîlozof Murray Bookchin Debbie Bookchin, beşdarî pirozbahiyê bû û Newroz li tevahî gelê Kurd pîroz kir.  Bi deh hezeran gelê Kobanê di saetên serê sibê de berê xwe da girê Miştenûrê û bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Destpêkê dayikên kesên zarokên wan di şerê li dijî DAIŞ’e de jiyana xwe ji dest dane Agirê Newrozê geş kirin. Piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş, Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Birkul axivîn. Fermandarên QSD`ê Heqî Kobanê, Newroz li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û îşaret bi serkeftin û destkefiyên QSD`ê kir.  Keça fîlozof Murray Bookchin û welatiya ji Amerîkayê Debbie Bookchin axivî û Newroz li tevahî gelê Kurd pîroz kir. Debbie kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna Newrozê diyar kir. Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ehmed Xoce bi navê 19 partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û got Newroza îsal di kêliyên dîrokî de tê pîrozkirin. Kêliyên serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê. Gelek kom bi rengên xwe yên cuda beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di dawiyê de stranên gelêrî hatin gotin û xelekên dîlanan hatin gerandin.   Parve bike: