Hevşaredarên Mûşê ji bo bi hezaran şêniyên herêmê ku serketina xwe diyarî Rêber Apo kirin gotin: “Em ê vî bajarî ji bo siberojê ava bikin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz di şahiyê de got: Gelê Kurdistanê di 31’ê Adarê de, bi awayekî zelal bersiva xwe da. Em vê serketinê diyarî hevriyên xwe yên di zindanan de dikin ku ji bo demokrasî û aştiyê diqîrin û têdikoşin.

Hevşaredara Mûşê Tûba Sayilgan jî got: Ev serketin serketina vîna gelane. Me serketineke dîrokî bi dest xist. Me hemûyan ked da û ev serketin serketina me hemûyane. Emê bi hev re vî bajarî veguherînin qadên jiyanê.

Hevşaredar Sirri Söylemez vê peyamê da:

Ev serketina me hemûyane, emê ji bo yên me hilbijartine bibin hêvî, ji bo avakirina têgihiştineke demokratîk tên. Em ê teqez jiyaneke ekolojîk ava bikin. Em ê vê serketina Mûşê ya dîrokî zindî bihêlin.

Piştre girseya gel bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan govend gerandin.