Nerazîbunên hemberî biryara Amerîka ya li hemberî sê şoreşgerên Kurd, Murad Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan her ku diçe zêde dibe. Bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê biryarê bi awayek tund şermezar dikin. Bi vê boneyê îro li bajarokê Ranya çalakiyek hat li darxistin.
Welatiyan di destpêkê de bê navber dirûşmeya ‘PKK gele, gel jî li vire’avêtin. Piştî wê yek ji endamê komîteya amdekar yê çalakiyê Silêman Wertî daxuyaniyek ya çapemeniyê xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev 40 Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemberî siyaseta faşîstane ya dewleta Tirk têkoşîn dike û xebatek mezin dimeşêne.
Daxuyanî wiha domkir: “Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li her deverê dijminahiya gelê Kurd dike. Hêzên gerîla û pêşmergeyan di şikandina êrîşên çeteyên DAIŞ de rolek mezin leyîstin. Divê Amerîka rêveberên Partiya Karkerên Kurdistanê pîroz bike, neku li hemberî wan derkeve yan jî weke terorîst nîşan bide.
Biryara Amerîka bûye sedemê nerazîbunan, em wek gelê bajarê Ranya bi tundî vê biryara Amerîka şermezar dikin. Ev biryar xizmeta doza gelê me nake, tenê di berjewendiyê terorîst û dagirkeran deye. Em carek din dibêjin şoreşgerên me di dilê medene û di dilê hemû Kurdekê deye.”