Îro roja yekemîn a cejna Qurbanê ye. Şêniyên Bakurê Sûriyeyê bi vê boneyê nimêja cejnê dikin û paşê berê xwe didin goristanên şehîdan.
Şêniyên herêmên Cizîr û Firatê bi hemû pêkhateyên xwe, şervanên YPG, YPJ, QSD, Asayîş, rayedarên Rêveberiya Xweser û Bakurê Sûriyeyê ku di destê wan de wêneyên şehîdan û gul hebûn, berê xwe da goristanên şehîdan.
Li goristanê gel ji aliyê şervanên YPG, YPJ û endamên meclisên malbatên şehîdan ve hate pêşwazîkirin.
Kantona Qamişlo
Şêniyên kantona kantona Qamişlo û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişlo, Goristana Şehîd Îsmaîl a li navçeya Amûdê, Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê, Goristana Şehîd Xebat a herêma Dêrikê û goristana şehîdan a navçeya Til Hemîs kir.
Li goristanan gul li ser gorên şehîdan hatin danîn. Piştre hinekan Quran li ser gorên şehîdên xwe dixwendin, hinekan gulên li ser goran av didan.
Her wiha hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer û seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed tevî gelê Qamişlo serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kir.
Kantona Hesekê
Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê û rayedarên wê, serdana Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê, Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li Dirbesiyê û goristana şehîdan a Şedadê kir.
Li goristanan şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê torenên leşkerî li dar xistin û pişre gul li ser gorên şehîdan hatin danîn û Quran hate xwendin.
Li goristanan, piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de, sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û cejna Qurbanê li wan hate pîrozkirin.
Di axaftinan de, hate gotin ku hemû destkeftiyên ku li Bakurê Sûriyeyê hatin bidestxistin, bi saya şehîdan bû. Di heman demê de, soza şopandina rêya şehîdan careke din hate nûkirin û cejna Qurbanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hate pîrozkirin. Piştre gel şiranî li hev belav kir.
Kantona Girê Spî
Şêniyên kantona Girê Spî jî bi hemû pêkhateyên xwe piştî nimêja cejnê, berê xwe da Goristana Şehîd Mehmûd Tema. Li goristanê piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Îbrahîm axivî û bal kişand ser rol û berxwedana şehîdan di pêkanîna aramî û aştiyê li Bakurê Sûriyeyê de. Di dawiyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan şiranî li gel belav kir.
Kantona Kobanê
Piştî nimêja cejnê li mizgefta Sûfiyan xelas bû, gel tevî endam û rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê berê xwe da Goristana Şehîd Dîjle ya aliyê başûrê Kobanê û Goristana Şehîdên Komkujiya 25`ê Hezîranê ya aliyê rojava bajarê Kobanê û Goristana Komkujiyê ya li gundê Berbotanê. Li goristanan gel cejna hev pîroz kir.