Şîlî ku welatekî ji Başûrê Emerîkayê ye, bi destûreke bingehîn a ji dema dîktator Pînochet maye tê birêvebirin.

Par piştî ku gel rabû ser piyan, ji bo guhertina destûra bingehîn biryara referandûmê hate dayin.

Referandûm jî doh pêk hat.

Ji sedî 78 ê dengdêran dengê xwe ji bo amadekirina destûra bingehîn a nû dan.

Destûra bingehîn a nû ya Şîlî wê ji aliyê meclîseke ku bi taybetî bê hilbijartin ve bê nivîsandin.