Li Sûdanê ya ku nifûsa wê 40 milyon e, di warê aboriye de pirsgirêkên giran hene. Ji bo çareserkirina aboriyê hikumeteke nû hatibû peywirdarkirin. Rojek piştî vê peywirdarkirinê roja Sêşemê dîsa çalakiyên protestoyê dest pê kirin.

Krîza aboriyê di Nîsana 2019’an de piştî ketina dîktator Omer Bel Beşîr dest pê kir.

Di hefteyên dawîn de li dijî bihabûnê li Hartûm û eyaleta El Gadarîf a li rojhilat çalakiyên protestoyê zêde bûn. Li Sûdanê hejariyeke gelekî mezin heye. Gel li ber îstasyonên benzînê, firne û dermanfiroşan dikevin dorê.

Li Nyalayê ya ku navenda rêveberiya eyaleta Darfûrê ye di dema çalakiyê de sloganên ‘Na ji zamê re, na ji birçîbûnê re’ hate berzkirin. Çalakgeran hin dikan şewitand û bi keviran li polîsan dan.

Serokwezîr Abdallah Hamdok diyar kir ku wê hikumeta nû berî her tiştî li ser aboriyê bisekine.

Hamdok roja Sêşemê bi Wezîrê Karê Derve yê DYE Antony Blînken re bi telefonê axivî. Blînken diyar kir ku wê piştgiriyê bide hikumeta demdemî ya li Sûdanê.

DYE par Sûdan ji lîsteya ‘welatên terorîzmê fînanse dike’ derxistibû. Ji ber vê lîsteyê bi salan zext hate kirin û ji bo veberhênanên navneteweyî jî astengî çêbûn.

Di Kanûna 2018’an de jî ji ber ku heqê nan sê katan zêdetir bûbû, gel li dijî rejîmê serî hildabû û general Beşîr ji desthilatdariyê hatibû xistin.

Li pêşiya hikumeta demdemî pirsgirêkên mezin ên ekonomîk hene. Bi qasî 49 milyar eûro deynê wan hene û di Kanûna 2020’an de enflasyona salane bûbû ji sedî 269.