WAN – Girseya ku posterê mezin ê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan 126 rojin di grevê de ye rakirin, li ser kolana Îpekyolu meşiyan û rêya Îpekyolu li trafîkê girtin. Koma ku ji zêdeyi sed kesan pêk dihat, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan 126 rojin di grevê de ye, rêya Îpekyolu ya Navçeya Artemêtê li trafîkê girtin û meşiyan. Komê posterê mezin ê Hevseroka KCD’ê Guven bilind kirin û meşiyan. Komê di meşê de bê navber drûşmeya ‘Bijî Berxwedena Leyla’yê’ berz kirin. Di çalakiyê de rêveberên HDP’ê yên navçeya Artemêtê û parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan jî tev li çalakiyê bû. Piştî girse meşiya namzetên hevşaredariyê jî tev li meşê bûn û piştgirî dan çalakiya Leyla Guven. Girsê heri dawî bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedena Leyla” dawî li çalakiya xwe anîn.
Gelê Wanê ji bo Leyla daketin kolanê
